Alicia Douglas: Mêr biryarên li ser avê didin

New York (Rûdaw) – CEO û Damezirînera Enstîtuya Parastina Avê Alicia Douglasê da zanîn ku mêr biryaran li ser çavkaniyên avê didin.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Damezirînera Enstîtuya Parastina Avê Alicia Douglasê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.

“Neherikîna avê bandorê li jiyana her kesî dike”

Alicia Douglasê diyar kir, “Paydakirina avê bûye rikeberiyeke cîhanî” û got:

“Em hinek herêman dibînin ku av ji binî nemaye. Neherikîna avê bandorê li jiyana her kesî dike û mirov nikarin bêyî avê bijîn.”

Alicia Douglasê amaje pê kir, Neteweyên Yekbûyî dixwaze bi rêya projeyên xwe wiha bike ku “Her kes xwe bigihîne avê û domdariya wê hebe.”

Damezirînera Enstîtuya Parastina Avê destnîşan kir, ew bi welatên cîhanê re dixebitin da ku wekheviya zayendî bixin nav kar û barên wan û got:

“Çimkî em dibînin ku jin li hinek herêman nikarin derfet û îmkanên xwe jî bi kar bînin.”

Douglasê ragihand ku li hinek welatên wekî Urdin û Umanê xebatên ji bo jinan hene û li pey çû:

“Bi rastî li Urdinê polîtîkayên ji bo wekheviya zayendî hene û dema polîtika û stratejiyên lixwegir yên cihî hebin saziyên navneteweyî dikarin bi awayekî hêsantir alîkariyê bidin jinan.”

Alicia Douglasê bi bîr anî ku alozî û tevlihevî bandoreke darîçav li jinan dikin û got:

“Tenê polîtîka têrî çareserkirinê nake. Hinek zehmetî hene ku em li Urdinê dibînin.

Wekî mînak, mirov hene ku ji herêmên cuda yên Sûriye û Filistînê tên.”

“Mêr biryaran didin”

Gelek caran “peydakirina avê” û “guherîna avhewayê” bi hev re tên pêwendîdarkirin lê Douglasê bal kişand ser xalên wekî “wekhevî, birêvebirin û biryardayîn”ê jî û got:

“Asta haydariyê gelekî nizm e. Ji sedî 90ê ava gerdûnî tê îdarekirin. Ava kaniyan, ava ku nayê vexwarin û ava zêde ji aliyê mêran ve tê îdarekirin.

Yanî mêr biryaran didin, tenê ji sedî 10ê biryaran ji aliyê jinan ve tên dayîn.

Dema av nebe jinek nikare zikek zarok jî bîne vê cîhanê, bandoreke rasterast li jinan dike.”