Serokwezîrê Îraqê: Em ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amadehiyan dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Em hiha ji bo hilbijartinanên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Îraqê amadehiyan dikin.”

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî axaftina xwe pêşkêş kir û behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî kir.

“Em ji bo hilbijartinan amadehiyan dikin”

Mihemed Şiya Sûdanî bi bîr anî ku hilbijartinên meclisên parêzgehan û hilbijartinên Kerkûkê hatine kirin û li pey çû:

“Em hiha jî ji bo hilbijartinanên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Îraqê amadehiyan dikin.”

“Em hewl didin pêwendiyan xurt bikin”

Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Hewlêrê baştir bikin û wiha axivî:

“Em hewl didin ku pêwendiyên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeh û şewazên ku destûrê û yasayan diyar kirine xurt bikin.

Yek ji karên me yên sereke berfirehkirina edaletê û parastina pirrengiya welatê me ye ku em wekî deskeftiyeke girîng dibînin.”

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Propagandaya hilbijartinan 25ê Îlonê dest pê kir û dê heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.