Wezîrê Tenduristiyê yê Domînîkanê: Bila xelk bi çavê biratiyê li hev binêre

3 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Nîşan Neteweyên Yekbûyî (NY) New York Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Domînîkanê Victor Elias Atallah
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Domînîkanê Victor Elias Atallah got, “Em dixwazin xelk bi çavê biratiyê li hev binêre.”

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Domînîkanê Victor Elias Atallah pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.

Victor Elias Atallah diyar kir ku “Aktorên cîhanî her ku diçe bihêztir dibin” û got:

“Em li ser sîstemekê israr dikin da ku em ji pirsgirêkan rizgar bibin.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Domînîkanê da zanîn ku li cîhanê şerekî bi bakteriyan re heye û bi vî awayî bal kişand ser guherîna avhewayê:

“Guherîna avhewayê bandor li hemû tiştî kiriye. Bandor li tenduristî, hewa û jiyana civakî kiriye û helbet bandora wê li ser koçberan jî heye.”

“Divê ev cîhan ji me hemûyan re be”

Victor Elias Atallah got, “Li gorî min tiştê herî girîng ew e ku rêz li mafê xelkê were girtin” û berdewam kir:

“Divê ev cîhan ji me hemûyan re be. Nabe ku em her û her û bidestxistina tiştên zêdetir bifikirin.

Em dixwazin xelk bi çavê biratiyê li hev binêre. Gerestrêk mezin e û em dikarin parve bikin.”

Victor Elias Atallah pirsa “Tu li ser pirsa Kurdan çi dibêjî? Pirsgirêkeke mezin e, dê çawa were çareserkirin?” wiha bersivand:

“Ez naxwazim bersivê bidim vê pirsê çimkî ez jê ne agahdar im. Agahiyên min li serê nînin û ji ber vê jî naxwazim bersivê bibim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst