Yekîtiya Ewropayê li ser koçberên li Tirkiyeyê raporek belav kir

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Koçber Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew dê ji ber koçberên ku li Tirkiyeyê dimînin dê berdewam be di piştgiriya Tirkiyeyê de.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê her sal li ser piştgiriya ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo koçberan dide Tirkiyeyê raporekê amade dike.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê îsal jî 7emîn rapora xwe ya li ser koçberan bi daxuyaniyekê belav kir.

Komîsyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo koçberan bi hevahengiya rayedarên Tirkiyeyê di mijarên dabînkirina pêdiviyên sereke, perwerde, tenduristî û piştevaniya aborî û civakî, binesaziya şaredariyan, bihêzkirina rêveberiya sînoran û gelek waran de pêşveçûneke girîng hatiye tomarkirin.

“Tirkiye welatê ku herî zêde mazûvaniya koçberan dike ye”

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di raporeke xwe de anî ziman:

“Tirkiye welatek e ku li ser asta cîhanê herî zêde mazûvaniya koçberan dike û hewl dide pêdiviyên wan dabîn bike û li ser vê yekê berdewam e.”

Endam û Berpirsê Berfirehbûn û Cîrantiyê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi li ser mijarê got:

“Yekîtiya Ewropayê dê di piştgiriya koçberên li Tirkiyeyê û civakên ku mazûvaniya wan dikin de berdewam be.

Komîsyonê ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re pêşniyar kiriye ku li gorî rastiyên li qadê wek veberanîneke mezin ji bo aramî û ewlehiyê, piştî sala 2023an jî di piştevaniyê de berdewam bin.

Ez hêvîdar im gotûbêjên li ser mijarê di nav welatên endam de bilez bigihêjin encamekê.”

Li gorî amarên ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 22ê Tebaxê ragihandine, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî 4 mîlyon û 843 hezar û 594 koçber hene.

Ji wan 3 mîlyon û 307 hezar û 882 koçber ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst