Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyê daxwaza berdana Demirtaş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li gorî biryara berê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, daxwaza berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahhatin Demîrtaş dubare kir.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz kir ku serlêdana şexsî ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 7ê Mijdara 2019an ve di girtîgehê de ye, êdî neyê taloqkirin.

Li gor nûçeya Euronewsê Komîteya Nûneran ku li ser navê Lijneya Wezîran li ser asta balyozxaneyan kom bû, li gorî biryara berê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daxwaza berdana Demîrtaş kir. Komîteya Nûneran diyar kir ku divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî li gorî ruhê biryara DMMEyê be.

Di biryarê de her wiha hat xwestin, bo xurtkirina pêkhateya serbixwe ya Desteya Bilind a Dadweran û Dozgeran a Tirkiyeyê divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Di vê navberê de, Komîteya Nûneran ji Tirkiyeyê xwest ku der barê pêvajoya hiqûqa navxweyî ya doza Osman Kavala de ku heta 13ê Cotmehê dewam bike, Strasboûrgê agahdar bike.

DMMEyê xwestibû Kavala bê berdan lê ev çênebû, Komîteyê li dijî Tirkiyeyê "pêvajoya binpêkirinê" da destpêkirin.