Kremlîn: Erdogan û Putîn dê li ser Sûriye, Efxanistan û Lîbyayê gotûbêjan bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê di civîna xwe ya li Rûsyayê de li ser mijarên Sûriye, Efxanistan û Lîbyayê gotûbêjan bikin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îro 27ê Îlona 2021an li paytexta Rûsya bajar, Moskowê daxuyaniyek  da rojnamevanan û tê de diyar kir ku, di 29ê îlonê de tê plankirin ku Putîn û Erdogan li bajarê  Soçî yê Rûsyayê bicvin û ji bo vê civînê amadekarî tên kirin.

Dmitriy Peskov amaje bi wê da ku ku Putîn û Erdogan dê li ser  çend xalên sereke gotûbêjan bikin û got: "Her dem gelek tişt hene ku her du serok li ser biaxivin. Di serî de Sûriye,  Efxanistan dê di rojevê de be. Derbarê Lîbya û mijarên navneteweyî de jî dê nêrînên xwe bi hevre parvebikin.”

Herwiha Peskov diyar kir, di hevdîtinê de serokên herdu welatan dê li ser peywendiyên dualî jî bisekinin û wiha pê de çû: “Di warê  peywendiyên  dualî de gelek xalên hevpar hene; di warê aboriyê de lkarkirina  li ser projeyên hevbeş û têkiliyên bazirganî û aborî.”

Biryar e di 29ê vî mehê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan serdana Rûsya bike.