Encamên destpêkê yên hilbijartinên Almanya: Partiya SPD serkeftiye

27-09-2021
RÛDAW
Nîşan SPD CDU Almanya Hilbijartin Olaf Scholz Angela Merkel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê, di hilbijartinên Almanya de, Partiya Sosyal Demokrat bi cudahiyeke kêm li pêşya Partiya Yekîtiya Kiristiyan Demokrat e.

Partiya Sosyal Demokrat bi serokatiya Olaf Scholz %25.7 ya dengan bidest xistiye û Yekîtiya Kiristyan Demokrat ku partiya Angela Merkel e, %24.5 a dengan bidest xistiye.

Bi vî awayî partiya Sosyal Demokrat 204 kursiyên Parlimana Almanya bidest dixe û Partiya Yekîtiya Kiristyan Demokrat jî 197 kursî.

Eger ev encama destpêkî weke xwe bimîne, erkê pêkanîna hikûmeta nû ya Almanya dikeve stûyê partiya Sosyal Demokrat, lê ne bi tenê, pêwîstiya wê bi hevpeymaniyê heye. Yan divê li gel Hevpeymaniya Krîstyan Demokrat hikûmetê pêk bîne, yan jî hevpeymaniyeke 3 alî çêke.

Serokê Partiya Sosyal Demokrat Olaf Scholz ragihand, “Bi van encaman, tê xuyakirin ku dengder û xelk êdî dixwazin desthilateke nû li Almanya bibînin, ji ber vê dengên me zêde bûne û yên Hevpeymaniya Kiristyan Demokrat kêm bûne.”

Scholz daxwaz kir piştî cudakirina dengan, ew yekser dest bi gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bikin û pêwîste hemû alî bihevre bicivin.

Li gor encamên destpêkê, Partiya Kesk jî wê sêyemîn mezintirîn fraksyona Parlimana Almanya be û wê nêzîkî 114 kursiyên wê hebin, ji koma 730 kursiyan.

Partiya Armîn Laşet û hevpeymana wê  ji sedî 24ê dengan bidestxistiye, ev rêje ne zêde ye û vê yekê xewna Armîn Laşet ya ji bo girtina cihê Merkel zehmettir kiriye.  

Armîn Laşêt, Berbijêrê Partiya Yekitia Krîstiyan Demokrat, dibêje, “Em dikarin bibêjin ku em ji encaman ne razî ne, lê hêj jî encamên hilbijartinan ne eşkere ne, em hemû hewlekê didin ku bi serkirdayetiya Partiya me, hevpeymaniyekê pêkbînin. Ji ber Almanya pêwîstî bi hevpeymanekê ye ku bikare vî welatî pêşvebibe û tiştên nûjen  bike."

Alîgirên Partiya Kesk jî ahengek saz kirin  ku bernameya wê ya sereke çareserkirina krîza guherîna keşûhewayê ye.

Li gel germbûna mijara guherîna keşûhewayê, hejmara dengên Partiya kesk zêde dibe, vê carê li gor encamên destpêkê, Partiya Kesk   ji sedî 15ê ya  dengan bidest xistiye.

Analîna Bayirbok, Berbijêra Partiya Kesk bo Rawêjkariya Almanya, dibêje, “Bo  cara yem di Komara Federalî ya Almanya de , em weke hêzêke pêşeng hatine ku biryarê li ser vî welatî bidin. Me zêdetir dixwest, lê me bidestnexist.  Sedema wê ez bûm ku me zêdetir bidestnexist.  Ev jî di destpêka propagandeyê de."

Partiya Alternatîf bo Almanya  partiyeke rastgir ya dijî koçberan e. Di hilbijartina sala 2017an de ji sedî 4.7ê dengan bidestxistibû, lê encamên destpêkê derdixin ku vê carê nêzîkî ji sedî 10ê dengan bidestxistiye. Berpirsên wê dizanin, dibe ku di hûkûmeta siberojê de beşdarnebin, lê  bi serneketina wê hevpeymaniya ku di demê çend salên derbasbûyî de sînorên Almanya  bi sedan  hezar koçberan vekirine, keyfxweş in .

Encamên hilbijartinê diyar dikin, ti yek ji wan  partiyan nikarin  bi tenê hikûmetê pêkbînin. Du serkeftiyên yekem jî dibêjin, bihêztirîn bijardeya li pêş wan ew e ku bi hev re hevpeymaniyekê bo hikûmeta siberojê pêkbînin û hewl jî didin berî Krîsmîsê hikûmeta nû  bê pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst