Astronotek li valahiya esman beşdarî di hilbijartinên Amerîkayê de dike

Hewlêr (Rûdaw) - Kathleen Rubins naskirî bi Kate Rubins, astronota NASAyê dixwaze bi şêweyê elektronî ji valahiya esman ve ku 300 kîlometran ji erdê dûr e, beşdariyê di dengdana hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bike û deng bide.

Kate Rubins, di nîveka Cotmeha bihê de geştekê bo valahiya esman û wêstgeha navdewletî ya valahiya esman bike û bo dema şeş mehan li vê derê bimîne. Lê tevî ku Kate ji zewî dûr e jî, daxwaze beşdariyê di dengdana ji bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê de bike.  

Astronota NASAyê daxwazê ji xelkê dike ku beşdariyê di dengdanê de bikin. Kate Rubins di vê bareyê de ji ajansa Asociated Press re gotiye, “dengdan proseyekî giring e ji bo hemû kesî, eger em bikarin ji valahiya esman ve deng bidin, wate xelkên din jî bi asanî dikarin deng bidin.”

Beşeke zêde ji astronotên NASAyê li Teksasê dijînin û yasayên wî welatî jî rê dide astronotan ku ji valahiya esman ve deng bidin. David Wolf yekemîn astronotê amerîkî bû, ku di sala 1997an de weke yekemîn kes li valahiya esman beşdarî dengdanê bû.

Vê carê dibe cara duyem ku Kate Rubins ji valahiya esman ve deng bide. Wê di sala 2016an de beşdarî di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de kiribû. Kate di vê bareyê de dibêje, “pêwîst e em tevde beşdariyê di proseyeke demokrasiyê de bikin û ew şerefekî mezin e bo me ku em bikarin li valahiya esman deng bidin.”

Kate Rubins 42 salî ye û di sala 2009an de yekemîn geşta xwe ya esmanî ber bi valahiya esman destpê kir û heya niha 115 rojan li valahiya esman maye. Herwiha ew 60mîn astronota jin e ku diçe valahiya esman.

Biryar e hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di 3ê Mijdara 2019an de bihê lidarxistin. Serokê Amerîkayê Donald Trump û Joe Biden berbijêrên herdu partiyên Demokrat û Komarî bo serokatiya Amerîkayê ne.