Fînlenda: Li hember rewşa Idlibê Rûsya berpirsyar e

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Fînlendayê ragihand ku nîgeraniyên derbarê êrîşa ser Idlibê û zêdebûna zextên ser xelkê wê navçeyê de zêdetir bûne û got: “Lewra çareserkirina rewşa vê parêzgehê bi taybetî dikeve stuuyê Rûsyayê.”


Serokwezîrê Fînlendayî Juha Sipil piştî civîna ligel hevtayê xwe yê Rûsî Dmitry Medvedev, di civîneke çapemeniyê de got: “Metirsiya belavbûna şer û pevçûnan û dûbare tirsa zêdebûna pirsgirêkên mirovî li Idlibê bûne cihê nîgeraniyeke zêde.”


Juha Sipil, da zanîn ku berpirsyariya çareserkirina rewşa wê parêzgehê bi taybetî dikeve stoyê Rûsyayê.


Serokwezîrê Fînlendayî wiha axifî: “Metirsiya belavbûna şer û pevçûnan û herwiha dûbare tirsa zêdebûna pirsgirêkên mirovî li Idlibê bûne cihê nîgeraniyeke zêde, berpirsyariya serekî ya vê rewşê jî dikeve stuyê Rûsyayê."


Di heman civîna çapemeniyê de Serokwezîrê Rûsyayê bersiva hevtayê xwe yê Fînlendî da û got: “Berpirsyarî ne tenê di stoyê Rûsyayê de ye, lê divê welatên din jî wê berpirsyariyê werbigirin û bi hev re rewşê çareser bikin.”