ALMANYA - Gelo ji bo Sûriyeyiyan rêya dersînorkirinê xuya kir?

Solingen (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Eyaleta Ren-Vestfalyayê Herbert Ruel li ser dersînorkirina Sûriyeyiyan got, “Dema li Sûriyeyê cihên ewle hebin divê ji bo dersînorkirinê jî derfet hebe.”

23yê Tebaxê li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Îsa Hesen bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir û di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Îsa Hesenê ku ji Sûriyeyê ye li bajarê Solingenê li kampeke koçberan dima.

Howarî jî koçberekî ji Cezayîrê ye û ew jî li heman kampê dimîne.

Ji ber ku dirûvê wî dişibe yê Îsa Hesen polîsan guman dikir ku êrişkar ew be.

“Ez gelekî tirsiyam”

Howarî wiha behsa serpêhatiya xwe ya bi bûyerê re kir:

“Ez bi şaşîtî di vir re derbas bûm, yekser bi ser min de hatin.

Wan ez dorpêç kirim û ez desteser kirim. Polîs rasterast berê demançeyê dabû min.

Ez gelekî tirsiyam, bû gurmegurma dilê min.

Dema polîs dît ku ez şaşomaşo bûme zexta li ser min zêdetir kir.”

Howarî got ku wê demê sehneyên filman dihatin ber çavê wî ku xelkê bi xeletî dikujin û ew gelekî tirsiyaye û li pey çû:

“Min kilîla jûra xwe da polîsan û min got, ‘Kerem bikin, herin li jûra min bigerin.’

Piştî wan li ser pasaporta min dît ku ez xelkê Cezayîrê me wan fêhm kir ku kujer ne ez im.”

Li nêzîkî cihê êrişê mizgeftek heye û rayedar texmîn dikin ku kujer çûbe mizgeftê û hatibe.

Pêywirdarên mizgeftê naxwazin biaxivin û naxwazin meylê raya giştî bikeve ser mizgeftê.

Kujer Îsa Hesen ji 26 salî ye û ji Dêrezorê ye. Beriya ku êrişî xelkê bike vîdeoyeke xwe digire û bangî hevbîrên xwe dike ku jê re serkeftinê bixwazin.

Kurd aciz in

Kurdên li Almanyayê jî dibine şirikên xem û êşên bajêr û kuştiyan bi bîr tînin.

Sûlav Hemoyê berteke xwe bi van gotinan nîşan da:

“Em li dijî wî tiştî ne ku vî insanî kir. Em jî pê diêşin.

Em Kurd in, erê ji bo hemûyan xera dibe.

Vî ev tişt kir lê tade li hemû penaberan tê, em vî tiştî naxwazin. Tade li me jî tê, zarokên me jî hene.”

Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê ji bo avakirina îmajeke baş hewl didin û van bûyerên bi vî rengî qebûl nakin.

“Em Kurd ne bi vê terorê re ne”

Endamê Komeleya Kurdî ya Solingenê Hayil Elî diyar kir ku dê ev êriş bandorê li Sûriyeyiyan bike û got:

“Ev bûyer dê bandorê li hemû Sûriyeyiyan bike lê em Kurd gelekî hewl didin ku sûretekî xweşik bigihînin Hikûmeta Almanyayê.

Em dixwazin peyameke baş bigînin wan ku em Kurd ne bi vê terorê re ne û em van tiştan şermezar dikin.”

“Divê ji bo dersînorkirinê jî derfet hebe”

Wezîrê Karên Navxwe yê Eyaleta Ren-Vestfalyayê Herbert Ruel “deportkirin” bi bîr anî û got:

“Dema li Sûriyeyê cihên ewle hebin divê ji bo dersînorkirinê jî derfet hebe.

Ewên ku li vê derê sûcan dikin dersînorkirinê heq dikin.

Ez wê demê wekî neynikekê bi zelalî dibînim, divê kesek encama tawanên xwe bibîne.”

Divê were gotin ku DAIŞê ev êriş xistibû stûyê xwe û lêkolîna polîsan berdewam dike.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî gotibû ku ew dê wergirtina çekan zehmettir û sînorên xwe asêtir bikin.