Serokkomar, keça xwe kir alîkara xwe

27-08-2023
Nîşan Ozbekistan Şewket Mîrziyoyev Saîda Mîrziyoyeva Serokkomar Alîkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev, keça xwe ya mezin kir alîkara xwe.

Serokkomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev, keça xwe ya mezin Saîda Mîrziyoyeva kir alîkara xwe.

Biryara Şewket Mîrziyoyev, 25ê Tebaxê ji aliyê Servîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê ve hat ragihandin.

Saîda Mîrziyoyeva, navnasa xwe ya medyaya civakî kir Alîkara Serokkomarê Komara Ozbekistanê.

Ev birayara Şewket Mîrziyoyev, di nav gel de bû sedema bertekan.

Li gorî ku Reutersê ragihandiye, keça Şewket Mîrziyoyev a bi navê Şaknoza jî karmendeke dewletê ya payebilind e.

Li aliyê din, Saîda Mîrziyoyeva ji sala 2019an ve karên di bin banê Serokkomariya Ozbekistanê de dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst