Stasyona gazê teqiya: Kesek mir û 46 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Romanyayê stasyoneke gaza xwezayî ya bêruxset teqiya, kesek mir û 46 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê doh danê êvarê li bajarê Crevediayê rû da ku 10 kîlometreyan dûrî Bukreşa paytexta Romanyayê ye.

Serokê Daîreya Rewşên Bilez a Romanyayê (DSU) Raed Arafat ragihand ku di teqînê de kesekî canê xwe ji dest da û 46 kes jî birîndar bûn.

Arafat destnîşan kir ku birînên 4 kesan ji wan xedar in. 

Herwiha Arafat da zanîn ku 26 karmendên agirvemirandinê yên ku piştî teqîna yekem hewl didan agir vemirînin, piştî teqîna duyem birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku 4 kesên ku rewşa wan giran e ji bo dermankirinê şandine Îtalya û Belçîkayê.

Birîndarên din jî li nexweşxaneyên Romanyayê tên dermankirin.

Rayedaran diyar kir ku teqîna yekem dema ku li stasyona bêruxset gaz dihat tijekirin pêk hatiye.