Helîkoptera ku 20 leşkerên Amerîkayê tê de bûn ket!

Hewlêr (Rûdaw) – Li Awistralyayê helîkoptera ku 20 leşkerên Amerîkayê tê de bûn ket.

Li Awistralyayê helîkoptera cure v-22 Osprey a ku mensûbên artêşa Amerîkayê tê da bûn ket xwarê.

3 leşker mirin

Li gorî encamên destpêkê, 3 leşkeran canê xwe daye leşkerên din jî birîndar in. 

Hat ragihandin ku ev leşker beşdarî tetbîqatê bûbûn.

Li gorî nûçeya ABC Newsê ya ku li Awistralyayê weşanê dike, ev helîkopter li Girava Melvilleyê ya li bakurê bajarê Darwinê ketiye.