New York: NY di nûkirina Peymannameya Rêgirtin li Belavbûna Çekên Etomî de biser neket

27-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê û piştî 26 roj civîna berdewam a nûnerên 191 welatên ku Peymannameya Rêgirtin li Belavbûna Çekên Etomî îmze kirine; di dawî de şandên beşdarê civînê biser neketin û nikarîn bi hev re li ser ragihandina daxuyaniyeke hevbeş bigihin rêkeftinê, yek ji sedeman Rûsya bû.

Derbarê mijarê de Nûnerê Rûsyayê Bo Karûbarên Sînordarkirina Çekên Etomî Igor Vishnevetsky got: “Rûsya bi tevahî li ser reşnivîsa dawî ya naveroka daxuyaniyê ne razî ye, lê welatên din ên beşdarê civînê jî wek Rûsyayê nerazî ne, ji ber reşnivîs tejî bendên siyasî ye, lewra hevdengiyek derbarê wê de nabe.”

Ev reşnivîsa ku Rûsya li dijî rawestiya ye ji 36 rûpelan pêk hatiye;

Têde kontrolkirina Santrala Etomî ya Zaporijya ya Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve şermezar dike;

Daxwaza yekser vegerandina santralê bo jêr kontrola artêşa Ukraynayê dike;

Gefxwarina bikaranîna çekên etomî ji aliyê welatan ve şermezar dike, bêyî wêya bi awayekî rasterast amaje bi Rûsyayê bide;

Têde nîgeraniya li ser operasyonên serbazî yên nêzîkê santralê cîh digre.

Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sînordarkirina Çekên Etomî Adam Scheinman jî got: “Hevalno, Rûsya sedema wê yekê ye ku em negihin hevdengiyekê. Rûsya naxwaze rêkeftinek hebe, ji ber nêta wê heye Ukraynayê li ser nexşeyê nehêle. Rûsyayê welatekî din dagîr kiriye û niha jî bi dagîrkirina Santrala Etomî ya Zaporijya, hemû navçe û cîhanê jî dixe ber karesateke mezin.”

Ji meha Adarê ve Rûsyayê santrala Etomî ya Zaporijya kontrol kiriye; Ji wê demê ve navçeyên derdora wê tên bombebaran û topbarankirin û Kiev û Moskow hevdû bi pêkanîna wan êrîşan tohmetbar dikin.

Ev cara duyem e Neteweyên Yekbûyî di derxistina daxuyaniyeke hevbeş a taybet bi wî warî de biser nakeve; Di 2015an de jî aliyên beşdar nikarîn li ser benda taybet bi nehiştina çekên bikomkuj li navçeya Rojhilata Navîn bigihin rêkeftinê; Şerê Ukraynayê ne tenê vetoyên dijî hev ên Rûsya û Amerîkayê zêdetir dike, lê cîhanê jî ber bi dabeşbûneke kûr dibe ku têde bikaranîna çekên etomî, egereke ne hewqasî aloz û dûr be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst