Biden: Ti belge nîne ku Taliban û DAIŞê hemahengî kiribin

27-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî teqînên li nêzîk Firokexaneya Kabul a paytexta Efxanistanê ragihand, heya niha ti belge nînin ku nîşan bide ti hemahengiyek di navbera Taliban û DAIŞê de heye,

Serokê Amerîka Joe Biden piştî teqînên li Firokexaneya Kabulê di gotarekê de ragihand, tevî êrişên hêzên cîhadî li Kabulê ku bû sedema kuştina 13 serbazên Amerîkî û bi dehan welatiyên sivîl ên Efxan, proseya veguhastina xelkê ji Firokexaneya Kabulê dê berdewam be.

Joe Biden got, proseya veguhastina xelkê gelekî metirsîdar e lê ew dê erkê xwe berdewam bikin, ew dê welatiyên Amerîkî û hevpeymanên xwe yê Efxan rizgar bikin.

Biden diyar kir, dezgehên wan ên Istixbaratî pêşbîniya êrîşan li Kabulê kiribûn û tekez kir ku DAIŞê ew êrîş encam dane.

Serokê Amerîkayê soz da ku bikerên êrişên xwekujî yên li Firokexaneya Kabulê ceza bike û got: “Bo ewên ku ew êriş pêk anîne û herwiha bo her kesekê ku dixwaze zirarê bigihîne Amerîkayê, ez dibêjim em ji ti kesî nabihorin, em dê we bigirin û we ceza jî bikin. Ez dê bi her tiştê ku di bin fermana min de ye, berevaniyê li berjewendiyên me û herwiha gelê xwe bikim.”

Joe Biden, serbazên welatê xwe yên li Efxanistanê wek qehreman bi nav kir û destnîşan kir: “Rewş li ser erdê berdewam pêşve diçe û berdewam zanyariyên nû digihin min. Ew Amerîkiyên ku canê xwe ji dest dan, ew qehreman in ku jiyana xwe tevli metirsiyan kirin daku jiyana kesên din biparêzin, ew beşek bûn ji erkê derxistina xelkê ji Efxanistanê ku heta niha di dîrokê de mînakek wek xwe nebûye û têde zêdetirî 100 hezar hemwelatiyên amerîkî, hevbeşên Amerîkayê û ew Efxanên li gel me kar kirine, hatine veguhastin.”

Biden da xuyakirin, ku wî ferman daye hemû tiştên pêwîst bo artêşa wî welatî bê dabînkirin û ragihand: “Eger bixwazin em dê hêzên zêdetir jî bişînin, lê belê artêşa Amerîkayê her ji fermandarê hêzan ve heta efserên ser erdê, tevan pêwendî bi min kirine û ji min re ragihandine ku erkê derxistina xelkê bo derve dê berdewam be û ew dê pêk bînin heya ku di dema diyarkirî de rêjeya herî zêde ya xelkê ji Efxanistanê bên derxistin.”

Koşka Spî ragihandiye, ji 14 Tebaxê ve û heya niha zêdetir ji 100 hezar kes ji Firokexaneya Navdewletiya Hamid Karzay a Kabulê ve bo derveyî Efxanistanê hatine veguhastin.

Doh Pêncşemê 26ê Tebaxê teqînek li deriyê serekî yê Firokexaneya Kabulê çêbû. Demjimêrek piştî wê teqînê, teqîna duyem jî çê bû.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby ragihand, teqînek li nêzîk deriyeke serekî ya firokexaneyê bûye û ya din jî li nêzîk hotêleke nêzîk firokexaneyê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst