PDK-Î LI ALMANYAYê YE – Rojeva nû Îrana Federal

Fankfurt (Rûdaw) – Li bajarê Frankfurta Almanyayê îro “Kongreya Gelên Îranê” hat lidarxistin.

 

Kongereya îro li bajarê Frankfurtê hatî sazkirin çend kesayetên ji dijbereya Îranê jî beşdar bûn.


Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî jî li Kongreya Gelên Îranê axivî.


Mistefa Hicrî diyar kir ku divê gel bi xwe rêveberiya xwe bikin û wiha got:


“Komara Îslamî ya Îranê naxwaze mafê gelan radestî wan bike. 34 sal in ku di vê mijarê de her rê hat ceribandin. Di pêvajoya niha de rêyên dijwartir têne ceribandin.”


Hicrî da zanîn, wan ezmûn kiriye ku ti armanca rejima Îranê nîne mafên gel bide.


Sekretêrê Giştî yê PDKÎyê destnîşan kir ku gelê li Rojhilata Navîn dê bidawî li rêveberiya zordestan bînin û wiha domand:


“Îran bi têne dê li hemberî hêzê radest bibe. Ji ber vê yekê jî pêwsît e hêzên azadîxwaz têkoşîna biçekan bidomîne. Di van 2 salên dawiyê de diyar bû ku pêwîstî bi hewldanên nû heye.”


Mistefa Hicrî herwiha anî ziman bi zilmên Îranê heta îro hejmarek gellekî zêde ciwanên Kurd hatine kuştin û gellek jî nexweş ketine.


Ji bilî nûnerên gelên Îranê, çend siyasetmedar û akademisyênên Ewropî jî beşdarî kongereyê bûn.


Aliyên beşdarî kongereyê bûne, gotin ew li Îranê piştgiriya pergela federasyonê dikin.