Wezîrê Sirbiya bo Rûdaw: Sirbya bûye beşek ji pirsgirêkê

Hewlêr (Rûdaw)  - Hikûmeta Serbiya ragihand divê pirsa penaberan li welatên ku ew jê tên were çareserkirin

 

Hikûmeta Serbiya di daxuyaniyekê de ragihand û got, divê pirsa penaberan li welatên ku ew jê tên were çareserkirin, yan na tu hêviyek ji bo çareseriyê tune ye.

 

Wezîrê Kar û Karûbarê Civakî yê Sirbiyayê Aleksander Volin bi taybetî ji Rûdawê re diyar kir û got, herçiqasî welatê wî ne endama Yekîtiya Ewropa be jî lê bûye beşek ji pirsgirêka koçberan.

 

Li gora Wezîrê Serbiryayê DAIŞ û şerê navxweyî li Sûriyê sedema vê penaberiya berfereh in, ji bo vê jî divê riyên çareseriyê bêne dîtin.

 

Herwiha Aleksander Volin anî zuman divê DAIŞ ji wê navçeyê were derxistin, her wiha rexne jî li welatên Yekîtiya Ewrûpa kir ku ew tiştekî ji bo vê pêla penaberiyê ya ber bi welatên ewropa ve nakin.