Amerîka: Balafirên Rûsyayê ji bo dronên me metirsiyê çêdikin

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku balafireke Rûsyayê li asmanê Sûriyeyê careke din metirsî li ser droneke Amerîkayê dirust kiriye.

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierreyê ragihand ku rapor gihştine destê wan ku di vê hefteyê de de cara duyemîn e balafireke Rûsyayê bi awayekî metirsîdar nêzîkî droneke Amerîkayê bûye.

Bi gotina Karine Jean-Pierreyê ew drona Amerîkayê di dema erka xwe ya li dijî DAIŞê de bû, balafira Rûsyayê nêzîkî wê bûye.

Jean-Pierreyê herwiha got, heya niha fokusa wan li ser ji nav birina DAIŞê ye û êrîşa wan a vê dawiyê ya ji bo kuştina Serkirdeyê DAIŞê wê rastiyê nîşan dide.

Roja sêşeme jî hin berpirsên Amerîkayê ragihandibûn ku li Sûriyeyê balafireke Rûsyayê ziyan gihandiye droneke û wan ew yek weke binpêkirina protokola asmanî bi nav kiribû.

Ev çend meh in ku li asmanê Sûriyeyê buyerên bi vî awayî û aloziyên di navbera balefirên Rûsya û Amerîkayê de zêde bûne.