Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku balafireke Rûsyayê li asmanê Sûriyeyê careke din metirsî li ser droneke Amerîkayê dirust kiriye.
Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierreyê ragihand ku rapor gihştine destê wan ku di vê hefteyê de de cara duyemîn e balafireke Rûsyayê bi awayekî metirsîdar nêzîkî droneke Amerîkayê bûye.
Bi gotina Karine Jean-Pierreyê ew drona Amerîkayê di dema erka xwe ya li dijî DAIŞê de bû, balafira Rûsyayê nêzîkî wê bûye.
Jean-Pierreyê herwiha got, heya niha fokusa wan li ser ji nav birina DAIŞê ye û êrîşa wan a vê dawiyê ya ji bo kuştina Serkirdeyê DAIŞê wê rastiyê nîşan dide.
Roja sêşeme jî hin berpirsên Amerîkayê ragihandibûn ku li Sûriyeyê balafireke Rûsyayê ziyan gihandiye droneke û wan ew yek weke binpêkirina protokola asmanî bi nav kiribû.
Ev çend meh in ku li asmanê Sûriyeyê buyerên bi vî awayî û aloziyên di navbera balefirên Rûsya û Amerîkayê de zêde bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse