Tirkiye: Me her tim piştevaniya serwerî, aramî û yekparçeyiya axa Iraqê kiriye

27-07-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Iraq Êrişa Zaxoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karguzarê Nûnertiya Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Oncu Keçeli got “Aliyên ku serweriya Iraqê binpê dike, rêxistinên terorê ne, ne Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê. Me her tim piştevaniya serwerî, aramî û yekparçeyiya axa Iraqê kiriye. Hikûmeta Iraqê nikare serweriyeke bibandor li ser hinek deverên bakur pêk bîne."

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Iraqê, derbarê êrişa li gundê Perex ê Zaxo ya Duhokê ku di encamê de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, civînek lidar xist.

Karguzarê Nûnertiya Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Oncu Keçeli got ku welatê wî yekser piştî êrîşê bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re di nava têkiliyê de ye.

Keçelî got, "Weke Tirkiye me nîşan da ku ji bo eşkerekirina rastiyê amade ye hemû gavan bavêje."

Keçelî diyar kir ku ji ber vê yekê ev hevdîtin ji bo eşkerekirina rastiyê girîng e û dibêje “Tirkiyeyê her tim piştgiriya xwe ya xurt ji bo serwerî, yekparçeyiya axa Iraqê, îstiqrar û refaha Iraqê berdewam kiriye. Her îdiaya berevajiya vê yekê bêbingeh û neyeta xerab e.”

Herwiha Keçelî got “Rêxistina terorê PKK li hin herêmên Bakurê Iraqê xalên kontrolê ava kiriye û ji xelkê herêmê bacên derqanûnî distîne. Herwiha Hikûmeta Iraqê nikare serweriyeke bibandor li ser hinek deverên bakur pêk bîne, ku PKKê bi zorê qadeke herî kêm 10 hezar kîlometre çargoşe û nêzîkî 800 gundan vala kir.”

Keçelî bi bîr xist ku Osman Kose yê ku li konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê dixebitî di Tîrmeha 2019an de di encama sûîqestê de jiyana xwe ji dest da diyar kir “ Kiryar tevî daxwazan nehatin îadekirin. PKK li Tirkiyê ev 40 sal in berpirsê kuştina zêdetirî 40 hezar kesan e.”

Oncu Keçelî got “Em vê yekê zelal bikin; Serwerî û yekîtiya axa Iraqê ne ji aliyê Tirkiyê ve lê ji aliyê rêxistinên terorê ve tên binpêkirin. Dema me ev hevdîtin pêk anî 4 mûşek avêtine nûnertiya me ya dîplomatîk a li Mûsilê. Ev yek dide nîşandan ku Iraq nikare serweriya xwe pêk bîne. Bi vê minasebetê em careke din bang li rayedarên Iraqê dikin ku xwe ji her daxuyaniyên ku aloziyê zêdetir dike dûr bixin. Em di wê baweriyê de ne ku divê em bi hev re li dijî komên terorîst şer bikin.”

Piştî vê daxuyaniyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî got “Em dê gotinên derbarê êrîşa li ser konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsilê lêkolîn bikin.”

Roja 20ê Tîrmehê seyrangeha li gundê Perexê li sînorê navçeya Zaxo ya Duhokê li Herêma Kurdistanê hat topbarakirin ku di encamê de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst