Putin: Sê rê li pêşiya çekdarên Wagnerê hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî isyana çekdarî ya ku ji aliyê koma çekdar a Wagner ve hatibû destpêkirin, cara yekem di televîzyona dewletê de axivî û ragihand, welatên rojavayî xwestin Rûs hev bikujin. Putin spasiya fermandarên Wagner kir ku rê nedan xwîn were rijandin û destnîşan kir, sê rê li ber çekdarên grûpa Wagner hene.

Putin di axaftina xwe ya roja Duşemê 26ê Hezîranê de bi gotina “Civaka me bi hêztir bûye” ji ber bidawîkirina isyana çekdarî û ji ber pêşî li “xwîn rijandinê” girtin, spasiya fermandar û çekdarên Wagnerê kir.

Putin got: “Bi her awayî ba em dê bi ser darbeya çekdarî de biserketiban. Kesên ku darbe organîze kirin, xiyanet li welat û milet kirin.”

Serokê Rûsyayê diayr kir, Desthilata Kyivê li bendê bûn ku di navbera Rûsan de şer derkeve û xwîna hev birijînin, daku Rûsya di şerê li Ukraynayê de rastî şikestinê were.

Vladimir Putin da xuyakirin, her hewldanek şantaj û kaosê li Rûsyayê bi armanca çêkirina bêewlehiyê, “mehkûmî têkçûnê ye.”

Di axaftina xwe de, Serokê Rûsyayê tekez kir ku destê welatên rojavayî li piştî hewldana grûpa Wagner bûye û got, ew isyana grûpa Wagnerê hewldaneke welatên rojavayî ya li dijî Rûsyayê bû û dixwestin Rûs hevdu bikujin.

Vladimir Putin herwiha ji ber kar û xizmeta wan spasiya çekdarên niştimanperwer ên Wagnerê kir û sê rê li pêşiya wan danîn; “Bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê re girêbestê îmze bikin, biçin Belarusê yan jî vegerin malên xwe.”

Serokê Rûsyayê herwiha spasiya hevtayê xwe yê Belarûsî Lukaşenko jî kir ji bo beşdariya wî ya di bidawîkirina isyana çekdarî ya Wagnerê de.

Putin anî ziman jî ku hewl hat dayîn çekdarên Wagner “bên bikaranîn” û destnîşan kir ku ji destpêka isyana 24'ê Hezîranê ve wî rasterast ferman daye ku “pêşî li rijandina xwînê were girtin”.

Vladimir Putin herwiha endamên grûpa Wagner piştrast kirin ku ew dê soza xwe ya ji bo berdana wan cîbicî bike û li ser soza xwe ye.

Serokê Wagnerê Yevgeny Prigozhin jî duh di tomareke dengî de ku 11 xûlek e, dibêje: “Piştî rizgarkirina Baxmutê li herêma Donetskê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê zext li me kir ku em bi wezaretê re girêbestek taybet îmze bikin. Ne ez û ne jî çekdarên min ne amade bûn ku girêbestê îmze bikin û me ew yek wek hincetek dît ji bo ku me kontrol bikin û me bixin di bin kontrola Wezareta Berevaniyê de.”

Roja Şemiyê 24ê Hezîrana 2023yan grûpa Wagnerê li dijî Artêşa Rûsyayê isyan ragihand û hêzên xwe ji nav axa Ukraynayê derbasî nav axa Rûsyayê kir û di demeke kurt de 3 parêzgehên Rostov-on-Don, Voronezh û Lipetsk kontrol kirin. Herwiha beşek ji çekdarên wê grûpê ku dihat gotin 5000 kes bûn gihîştin 200 kîlometriya Moskowê, lê belê bi navbeynakriya Serokê Belarusê Lokasehnko, Serokê Wagnerê ragihand ku ji bo xwîn neyê rijandin ew dê hêzên xwe paşde vegerînin û bibin baregehên xwe.