Li Fransayê gera duyem a hilbijartinên herêmî hat lidarxistin

27-06-2021
RÛDAW
Berbijara hilbijartinê ya herêmî ji bo serokatiya herêma Ile-de-France Valerie Pecresse (Libres!), îro Yekşemî 27ê Hezîrana 2021 dema dengdanê di gera duyem a hilbijartinên herêmî yên Fransayê de li navendeke dengdanê li Velizy-Villacoublay. Wêne:  AFP / THOMAS COEX
Berbijara hilbijartinê ya herêmî ji bo serokatiya herêma Ile-de-France Valerie Pecresse (Libres!), îro Yekşemî 27ê Hezîrana 2021 dema dengdanê di gera duyem a hilbijartinên herêmî yên Fransayê de li navendeke dengdanê li Velizy-Villacoublay. Wêne: AFP / THOMAS COEX
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro gera duyem a dengdanê di hilbijartinên xwecihî yên Fransayê de birêve çû, partiyên Fransî di rikeberiyeke tund de ne û partiya desthilatdar a Macron, hewl dide di vê gerê de rêjeya dengên xwe zêde bike ku di gera yekem de tenê %10.9 dengan bidestxistibû.

Li Fransayê jibo beşdarbûna di hilbijartinên xwecihî de, zêdeyî 48 milyon kesan mafê dengdanê heye. Dengder bi pêkanîna rêkarên taybet ên xweparastina ji coronayê çûne ser sindûqên dengdanê.

Di gera yekem a hilbijartinên xwecihî yên Fransayê de ku heftiya derbasbûyî birêve çû, %66.72 ji welatiyan deng nedan. Gelek kes dibêjin ku sedema wê yekê bêhnvedana dawiya hefteyê û rêkar û qedexeyên ji ber koronayê bûye. 

Partiya Serokê Fransayê Emmanuel Macron gelek deng wenda kirin. 

Emmanuel Macron derbarê vê rewşê û beşdariya kêm a xelkê de ragihand: “Agahdarkirineke demokratiyane ye” ji aliyê xelkê ve.

Piştî beşdariya kêm a di gera yekem a hilbijartinan de, hikûmeta Fransayê ji bo gera duyem daxwaz ji xelkê kir, ku biçin ser sindoqên dengdanê û di xula duyem de, partî û siyasetvanan bêhêvî nekin.

Serokezîrê Fransayê, Jean Castex ragihand: “Dixwazim bibînim bîra nûnerên gel, piştî encamên xula yekem a hilbijartinên herêman, ku rêjeya beşdariya dengderan nizim bû, hilbijartin bidawî nehatin. Hilbijartinên xula duyem li pêşiya me ne, û li ser her kesekî ye daxwaza hişyariyeke demokrasiyane bike, û piştrast bin bêhtirîn xelk deng didin. Ev erkê şaristanî yê me hemûyan e.”

Ciwanên Fransayê, di baykotkirina hilbijartinan de, bereya pêşî ya civakê ne.

Li gorî amareke Komisyona Hilbijartinan a Fransayê, di gera yekem de, 90% ji ciwanan beşdarî di proseyê de nekiriye. Ji sê dengderan jî, 2yan dengên xwe nedane.

Brîgîtî, nişteciya Marsîlyayê dibêje:“Ev karesat e, rast e germ û tîna hilbijartinê lawaz e, lê divê siyasetvan hewlekê bidin ku xelkê têxine tevgerê.”

Fîlîp Çabas welatiyekî din ê Fransayê dibêje:“Kesên ku dengên wan tê bihîstin diçin deng didin. Lê aniha wiha lê hatiye, eger em binerin, piraniya xelkê hest nakin ku li wan bê guhdarîkirin, ji ber ku siyasetvan karê xwe bi başî nakin.”

Di gera yekem a hilbijartinan de, Partiya Komarî ya muhafizekarên lîberal (LR) bi bidestxistina zêdeyî %27 dengan li pêş e.

Partiya Macron (LREM) ji ser keviya ketinê vegeriyaye û %10.9 ji dengan bidest aniye, û eger di jêr 10% ji dengan bidest anîba, ew nedigihişte gera duyem.

Partiya Yekîtiya Niştimanî ya rastgira tund (RN), ku Marine Le Pen serokatiya wê dike, ji sedî 19,4 dengan bidest xist û bû duyemîn.

Partiya Sosyalîst a çepa navend (PS) ji sedî 15,6 dengan, Partiya Kesk  (EELV) jî ji sedî 12,9 bidestxistine.

Partiya Çep û Partiya Kesk jî, ji bo gera duyem a hilbijartinan, hevpeyman in û dixwazin piştî 30 salî ji xebata siyasî, yekem herêma Fransayê bibin.

Hilbijartinên herêman salekê berî hilbijartinên serokatiya Fransayê tên lidarxistin, ku biryar e di 2022an de bê encamdan.

Ev hilbijartin weke ezmûnkirina rêjeya cemawerê partiyan tê dîtin.

Di van hilbijartinan de, nûnerên 13 encûmenên herêman û herwiha 96 rêveberiyan têne hilbijartin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst