Parêzgarê Duhokê serdana Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê kir

27-06-2019
Zinar Şîno
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Parêzgarê Duhokê Herêma Nordrhein-Westfalen Almanya
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Herêma Nordrhein-Westfalen ku di pirsa koçberan de li welatê xwe erkê herî giran dabû ber xwe, pêşwaziya Parêzgarê Duhokê kir.

 

Wezîrê Koç û Koçberan yê Herêma Nordrhein-Westfalen ya Almanyayê Joachim Stamp li gel Parêzgarê Duhokê civiya.

 

Joachim Stamp ragihand, ku haya wan ji wê yekê heye, ku li parêzgeha Duhokê bi deh hezaran koçber hatine hewandin, û ew dixwazin peywendiyên xwe yên aborî, bi taybetî jî yên di derbarê penaberan de, li gel parêzgeha Duhokê pêş de bibin.

 

Stamp diyar kir: “Parêzgar her dem mêvanekî dilxwaz e li cem me ji ber ku bo me giring e ku herêma bakurê Iraqê Kurdistan bi mokmî pêşve biçe. Em di derbarê karê wan yê mezin ê wergirtina koçberan de dizanin em herwisa şerê qehremanane yê xelkê Kurd li dijî DAIŞê nas dikin û bo wê çendê em gelek spasyê dikin. Me baldariyeke mezin heye ku lihevguhertina aborî di navbera me da dirust bibe û em alîkar bin ku ew herêm baş ber bi pêş biçe.”

 

Li parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen, serokê wî Andre Kuper bi Ala Kurdistanê pêşwazî li şanda Duhokê kir û di pirsa aştiya civakî û pêkvejiyan û koçber û awareyan de spasiya îdareya parêzgehê kir.

 

Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokratan ku xortê Kurd Serdar Yuksel parlamenterê wê partiyê ye û karekî sîstemantîk ji bo têkiliyên li gel Kurdistanê û Herêma Nordrhein-Westfalen dike.

 

Herwiha Serokê Fraksiyona Sosyal Demokratan li parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen Thomas Kutischatiy jî ji Rûdawê re ragihand, ku ezmûna Herêma Kurdistanê mînakeke baş e ji bo pêşwazîkirina penaberan û got, gelekî girîng e ku welatên Ewropî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

 

Thomas Kutischatiy diyar kir: “Gelek ya grînige ku em zêdetir derbarê herêma Kurdî de bizanîn. Karekî gelekê mezin tê kirin, herêm û welatek hejar in lê di pirsa wergirtina koçberan de mînakek gelek baş in.  Gelek gelek baş tê kirin ku wan mirovên di tengaviyan de ne hembêz bikin. Bi bawerya min em dikarin qezencê ji wê ezmûna wan bikin. Li cem me her dem weha baş nebûye wek li wê derê heye. Lewma jî em weke ewropî giring e ku alîkariya herêma kurdî bikin weke amajeyek ku em piştigiriya alîkariya mirovayetî dikin.”

 

Ji bo Parêzgarê Duhokê jî pirsa koçberan û alîkarîkirina wan û Herêma Kurdistanê pirseke sereke bû di danûstadinên li gel berpirsên Alman, lê aliyên din jî hebûne ku ew giring dizanin.

 

Herêma Nordrhein-Westfalen ya Almanyayê dîrokeke bi helkêşan û dakêşan li gel Kurdan, ne bi tenê Kurdên Başûr, Kurdên seranserê Kurdistanê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst