Maduro: Me hewla kuştina min û darbeyekê têk bir

27-06-2019
RÛDAW
Nîşan Venezuella Nîkolas Maduro Darbe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Venezûellayê Nîkolas Maduro ragihand ku wan kariye hewla darbeyê û kuştina wî bixwe hilweşînin.

 

Maduro herwiha ragihand ku hejmarek polîs û fermandeyên serbazî yên xanenişîn hewla êrîşeke bi bombeyê bo ser avahiya hikûmeta wî welatî dane.

 

Maduro got, wan polîs û fermandeyên serbazî yên xanenişîn di wê hewla kudetayê (darbe) de xwestine dest deynin ser bingeha asmanî ya Karakasê û herwiha pereyên Banka Navendî ya Venezuelayê jî bibin.

 

Serokê Venezuellayê diyar jî kir, kesên ku hewla derbeyê dane, xwestine serkirdeyê opozisyonê Juan Guaido jî dûr bixin.

 

Li gora Maduro, torek berpirsyarê wê hewla kûdetayê bûn û derbekaran xwestine helîkopterekê bidizin û wezîrê bergiriyê yê zîndankirî Raul Baduel azad bikin û bikin Serokê Venezuelayê.

 

Berdevkê Serokê Venezullayê, Jorge Rodriguez ragihandiye, wê grûpê hewl ddane wezîrê berevaniyê yê zindanîkirî Raul Baduel azad bikin û bi xwe re bibin Kolombyayê. Wî herwiha got: “Di 56 saetên bihorî de hin kes li Kolombya, Miami û Venezullayê derketin û aşkere bûn. Li vir grûpek ji fermandeyên serbazî yên xanenişîn û polîsên xanenişîn û du fermandarên din ên serbazî li gel hin siyasetmedarên bêhêvî bi serkirdatî û piştgiriya darayî ya Amerîkayê û Kolombyayê, hewla kuştineke mezin dan, hewla şewitandinê dan bi rêya serbazî.”

 

Ew demeke zêde ye ku li Venezullayê alozî û xwepêşandan berdewam in. Di aliyê siyasî de jî alozî û nakokî berdewam in û serokê parlamentoya wî welatî Juan Guaido ku hevdem serokatiya opozisyonê jî dike, berî demekê xwe weke seorkê welat ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst