Ji bo telefona xwe bibîne bendav vala kir

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hindistan Valakirina Bendavê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hindistanê rayedarekî hikûmetê dema selfî girt telefona wî ya bi 1200 dolarî ket avê û ji bo ku telefona xwe bibîne 3 rojan ava bendavê da valakirin.

Rayedarê ku ji bo telefona wî bê dîtin ferman da ku bendav were valakirin, ji kar hate dûrxistin.

Bûyer li Bendava Kherkatta ya li eyaleta Chhattisgarh a Hindistanê pêk hat.

Rayedarekî hikûmetê yê bi navê Rajesh Vishwas dema ku selfie digirt têlefona wî ya destan ket bendavê û Vishwas ferman da ku bendav bê valakirin.

Piştî ku bendav bi temamî hat valakirin, ji ber ku av pir ketibû telefonê edî kar nedixebitî.

Vishwas herwiha got ku ji ber ki noqavan nekariye telefona wî bibînin, wî pere jî daye da ku pompeya ku pê avê vala bikin bînin.

Vishwas, her çend îdia kir ku di têlefona wî de daneyên hukûmetê yên hesas hene ku divê werin vegerandinjî, bi îstîsmarkirina pozîsyona xwe hate tawanbarkirin.

Herwiha Vishwas diyar kir ku ku wî destûra devkî ji rayedarek wergirtiye ku "hinek av berde kanalek nêzîk" û rayedarê ku destûrê daye jê gotiye "valakirina bendavê dê bi kêrî cotkarên ku dê zêdetir ava wan hebe bê."

Pompa ku çend rojan avê valakir, nêzî du mîlyon lître av berda, ku têra avdaniya 600 hektar zeviyên çandiniyê dike.

Li ser gilîkirinê rayedar hatin bendavê û pêvajoya valakirina bendavê dan rawestandin.

Li gorî nûçeya BBC, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya The National de, berpirsê herêma Kankerê Priyanka Shukla got, "Rayedar heta dawiya lêpirsînê ji kar hatiye dûrxistin. Av çavkaniyeke girîng e û bi vî awayî nayê xerckirin."

Vishwas red kir ku ew pozîsyona xwe xirab bikar aniye û got ku ava ku hatiye valakirin ji beşa zêde ya bendavê bûye û "ne di rewşek karanîna de ye".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst