Hewlêr (Rûdaw) – Welatê Rwanda ya Afrîkayê amadehiyên xwe yên ji bo pêşwaziya penaberên ku Brîtanya dê wan dersînor bike, dike.
Hejmareke keçên Rwandayê paqijî û rêxistina kampa ku dê penaber lê bimînin dikin.
Her wiha bi dehan karmendên xizmetguzariyê li wî welatê hejar ê Afrîkayê karê paqijkirinê dikin û cihên geştyariyê yên nû amade dikin da ku pêşwaziya penaberên neyasayî ku biryar e Brîtaniya wan bişîne bikin.
Rêvebera Giştî ya Kampa Penaberan Nina Gatesi li ser pêşwaziya penaberan got, "Em li Kampa Halmarkê amade ne pêşwaziya penaberan bikin, navçe aram e û em ê bi hemû awayî alîkariya wan bikin."
Kampa Halmarkê di Nîsana 2022an de li gorî peymaneke di navbera Hikûmeta Brîtanya û Rwandayê de hat avakirin.
Hat diyarkirin ku London dê bêhtirî 150 milyon dolaran bide Rwandayê da ku pêşwazîya wan penaberan bike ku Brîtanya wan ji xaka xwe dûr dixe.
Cîgirê Rêveberê Kampa Penaberan li Rwandayê Denis Bizimungu anî ziman, "Em van penaberan bi himbêzeke germ pêşwazî dikin. Armanca me ew e ku em alîkariya penaberan bikin ku ew pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û nefikirin ku ava Deryaya Navîn derbas bikin û biçin Brîtanyayê"
Xercî û xwarina her penaberî hatiye şandin ku bo 24 demjimêran nêzîkî 7 dolaran e û mafê penaberan ê xwendinê jî heye.
Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Rwandayê Alain Mukurarinda got, "Peymana di navbera Rwanda û Brîtanyayê de zelal e. Brîtanya hemû mesrefên penaberan peyda dike. Penaber li vir dê tevlî jiyana civaka Rwandayê bibin û zimanê vî welatî fêr bibin."
Wezarete Navxwe ya Brîtanyayê ragihand, di nava çend rojên pêş de dê 50 penaber ber bi Rwandayê ve bên şandin. Pêvajo dê berdewam bike û salane 300 Penaber dê bên şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse