Du jinên Kurd di hilbijartinên parlamentoya Ewropayê de biserketin

27-05-2019
RÛDAW
Evîn Încîr û Ozlem Alev Demîrel weke endamên Parlamentoya Ewropayê hatin hilbijartin.
Evîn Încîr û Ozlem Alev Demîrel weke endamên Parlamentoya Ewropayê hatin hilbijartin.
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Kurd Evîn Încîr Ozlem Alev Demîrel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de 2 Kurd biserketin ku herdu jî jin in. Evîn Încîr û Ozlem Alev Demîrel bûne endamê wê parlamentoyê.

 

Li Swêdê ji tevaya 20 kursiyên wî welatî, Evîn Încir li ser lîsta partiya Sosyal Demokrat kursiyekî parlementoyê bidest xisit. Partiya Evîn Încir kariye ji pişka kursiyên Swêdê, 5 kursiyan bi dest bixe.

 

Herwiha li Almanyayê, Ozlem Alev Demîrel ku di hilbijartinên vê gerê ya Parlamentoya Ewropayê de serokatiya lîsta Partiya Çep a Almanyayê dikir, kursiyek bidest xisit.

 

Partiya Çep a Alamanyayê di hilbijartinên vê carê %5.5ê dengan bi dest xist û 5 kursiyên Parlamentoya Ewropayê misoger kir.

 

Herdû kurdên ku di hilbijartinan de bisr ketine xelkê Bakurê Kurdistanê ne.

 

Evîn Încîr ji dayikbûya sala 1984ê û ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

 

Ozlem Alev Demîrel jî ji dayikbûya 1984 û ji Meletî ya Bakurê Kurdistanê ye.

 

Evîn Încîr

 


15ê Hezîrana 1984an jidayîk bûye

Niştecîha bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bûye

Endama Partiya Sosyal Demokrat e

Bawernameya bekeloriyosê li zanîngeha Upsala wergirtiye

Çalakvana sivîl e

Dibe endama parlemena Ewropayê

 

Ozlem Alev Demîrel

 


Di 10ê Adara 1984an de li Meletiyê jidayîk bûye

Seroka Partiya Çep bûye li Herêma Nord Rain Westfalen

Parlementera Herêma Nord Rain Westfalen bûye

Seroka lîsta Partiya Çep bûye bo hilbijartinên parlemena Ewropayê


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst