Ji Welatên cîhanî hişyariya referandûmê
Navenda Nûçeyan - Serok û serokwezîrên welatên Koma 7an (G7) derbarê referanduma cudabûna Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê de hişyarî dan.
G7 komeke berjewendiyê ya aborî ye û ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê pêk tê, li parêzgeha Mie ya Japonyayê kom bû.
Rewşa aboriya cîhanî, teror û xetereya Çînê li Rojhilatê Asyayê, egera referandûma cudabûna Birîntanyayê ji Yekîtiya Ewropayê mijarên sereke yên civîna G7ê bûn.
Serok û serokwezîrên welatên Koma 7an (G7) derbarê referanduma cudabûna Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê de hişyarî dan û ragihandin, heger Birîtanya ji nav Yekîtiya Ewropayê derbikeve, ew yek dê ji bo aboriya gerdûnî bibe gefek cidî.
Li Birîtanyayê 23ê Hezîranê referandûm dê were kirin.