Siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê li Londonê bû şaredar

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Serbaz Berzincî yê ji Ranye ya Başûrê Kurdistanê wek serokê şaredarê Lambeth a Londonê hat hilbijartin. Berzincî bi cil û bergên neteweyî yên Kurdî sond xwar dest bi erka xwe kir.

Siyasetmedarê Kurd Serbaz Berzincî yê ku di hilbijartinên herêmî yên meha Gulana sala borî de li London/Lambeth a Îngilîstanê wek endamê encûmena şaredariyê hatibû hilbijartin û piştre bû cîgirê şaredar lê di hilbijarinên vê dawiyê de bû şaredar.

Serbaz Berzincî yê 36 salî roja Çarşemê 26ê Nîsana 2023an di merasimeke fermî de ku bi amadebûna nûnerê fermî yê Şahê Brîtanyayê, çend parlamenter û berpirsên meclisa bajêr, bi zimanên Kurdî û Îngilîzî sond xwar.

Serbaz Berzincî ji Rûdawê re got, “Ez bi wergirtina erkekî wiha kêfxweş im û hêvîdar im bi dilsozî berpirsyariya xwe bi cih bînim.”

Li bajarê Lambeth ê ku yek ji 32 herêmên Londonê ye, Serbaz Berzincî di encûmena şaredaryê de bi 63 dengan wek şaredar hat hilbijartin.

Serbaz Berzincî yê ku bi eslê xwe ji gundê Memûndew a ser bi nahyeya Hacîawa ya navçeya Ranyê ya Silêmaniyê ye, li Zanîngeha Bajêr a Londonê bi bawernameya lîsansê di beşa endezyariya avahîsaziyê de derçûye.

Di sala 2019an de siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Doguş bibû yekemîn şaredarê Kurd yê heman herêmê.