Li Sûdanê ji ber şer bihayê kelûpelan %40 heta %100 bilind bûye

27-04-2023
RÛDAW
Parvekirina xwarinê li ser hejmarek welatiyên Sûdanê.
Parvekirina xwarinê li ser hejmarek welatiyên Sûdanê.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî metirsiya rûbirûbûnan û şer, hejmarek karker bi hêviya peydakirina pariyek nan bi amêrên xwe yên karkirinê li Meydana Karkeran a Xertûma paytextê wî welatî rûniştine. Ji ber şerê navxwe yê li wî welatî ku wan rojên dawiyê dest pê kir, bihayê kelûpelan di navbera %40 heta %100 bilind bûye.

Giranî û birçîbûnê Sûdanî bêzar kirine. Barîr Hemed, karkerekî Sûdanî ye û derbarê rewşa xelkê de dibêje: “Em ji Himêtî re dibêjin bira şer bo Sûdaniyan zerer e. Her tiştek giran bûye, bo birayê me Burhan jî tika ye vî şerî rawestînin eger na Sûdan dê jinav biçe. Hemû Sûdan koçber û penaber dibin.”

Ji bilî sedemên koçkirina ji tirsa şer, sedemeke din rewşa aborî ya Sûdanê ye. Nirxê kelûpelan di navbera ji sedî 40 heta ji sedî 100 zêde bûye. Kirêya odeyekê bo şevekê di navbera 67 heta 100 dolaran de ye. Nirxê lîtreyek benzînê berî şer  dolarek û 50 sent bû, niha lîtreyek benzînê li bazara reş gihiştiye zêdeyî 16 dolar.

Li gor Bernameya Xoraka Cîhanî, ji sedî 95ê malbatên Sûdanî ji sedî 65ê dahata xwe didin xorakê, di demekê de ji sedî 48ê malbatên li wî welatî nikarin danek temam ê xwarinê bikirin û neçar in kêmtir ji  pêwîst bixwin.

Li gor Netweyên Yekbûyî, berî destpêkirina şerê navxwe li Sûdanê, di îsal de 15.8 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî bû.  Ev hejmar milyonek û nîv zêdetir e ji sala 2022an û asta herî bilind e jî ji sala 2011an ve.

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî bo Sûdanê, Volker Pîrsîs dibêje: “Şerê Sûdanê karesata mirovî çêkiriye. Sivîl jî baca wê didin.”

Hejmara niştecihiyên Sûdanê nêzîkî 45.6 milyon kes in. Berî şer pirsgirêka yek li ser sêyê niştecihiyên wê ya ewlehiya xorakê hebû. Tê pêşbînîkirin, şerê vê carê ewlehiya xorakê ya hejmareke zêdetir a Sûdaniyan bixe metirsiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst