Ewropa vîzeyê li ser Qeter û Kuweytê radike

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EU) ji bo rakirina vîzeya serdanên demkurt yên welatiyên Qeter û Kuweytê pêşnûmeyek amade kir.

Di pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de hat diyarkirin ku dê welatiyên Qeter û Kuweytê yên xwedî pasaportên biyometrîk, di serdanên xwe yên ji 90 rojan kêmtir ên ji bo karsazî, tûrîzm û serdanên taybet ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê hewceyî vîzeyê nebin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê pêşniyara xwe bi nirxandina têkiliyên bi her du welatan re li ser pîvanên wekî koçberiya neqanûnî, ewlekarî û berjewendiyên aborî amade kir.

Pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê û Konseya Yekîtiya Ewropayê ve bê lêkolînkirin û biryar were dayîn. Heger pêşnûme were qebûlkirin, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dê bi Qeter û Kuweytê re li ser peymanên cuda yên rakirina vîzeyê hevdîtinan bike.

Tê payîn ku Yekîtiya Ewropayê bi dewletên din ên Kendava Erebî re li ser rakirina vîzeyan hevdîtinan bike.