Kesên vaksîna dijî Coronayê bi temamî wergirtine dikarin bê mask derkevin

 Hewlêr (Rûdaw) - Navendên Kontrolkirin û Rêgirtina Nexweşiyê ya Amerîkayê ragihand kesên ku vaksîna dijî Coronayê bi temamî wergirtine êdî dikarin bê mask derkevin û jiyana xwe bi asayî bijîn.

Li gor wan navendan kesên ku vaksîn bi temamî wergirtin dikarin li derve êdî bixwin, bigerin û beşdarî  kombûnên bi çûk bibin bêy ku maskê bikar bînin.

Navendên Kontrolkirin û Rêgirtina Nexweşiyê hişyarî didin û dibêjin, dema beşdarî kombûnên mezin û ahengan bibin divê ew maskê bikarbînin.

Ev yek ji bo wan kesane  ku berî yek heftî yan du heftiyan danê duyemîn ê vaksîna dijî corona yê wergirt.

Lê divê hemû kes maskê bikar bîne dema beşdarî çalakî û civînin li cihên girtî bibin.

Bêhtir ji nîvê xelkên Amerîka yên gîhayî yek danê vaksîna dijî Corona yê wergirtine.