Pentagon: 650 serbaz dê ewlehiya hêzên hevpeymanan biparêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pentagon dixwaze çend sed serbazên amerîkî li Efxanistanê terxan bike da ku di dema vekişînê de asayîşa hêzên Amerîka û hêzên Hevpeymanan dabîn bike.

Li gor gotina çend berpirsên Pentagonê ku nexwestine navê xwe aşkere bikin, Pentagon dixwaze 650 serbazan ji bo peydakirina asayîşa hêzên xwe û hêzên hevpeymanan yên li Efxanistanê peyda bike.

Piranoya wan hêzan bi gotina wan berpirsên Pentagonê, ji fewca bejayî ya 75 a artêşa Amerîkayê dibin ku niha jî beşek ji wan li Efxanistanê ne.

Li gor wê plana ku hatiye danîn û çavkaniyên amerîkî behsa wê kirine, “ew hêzana bi rêya firokeyê geşta asmanî li seranserê Efxanistanê pêk tînin daku ewlehiya hêzên Amerîkayê di dema vekişîna wan hêzan ji navçeyê dabînkirî be.”

Bi biryara rêveberiya Biden, biryar e di destpêka meha bê de, Amerîka dest bi vekişandina hêzên xwe û Hevpeymanan bike û heya roja 11 Îlonê dê serbazê herî dawî yê Amerîka ji wî welatî derkeve.

Niha nêzîkî 10 serbazên Hevpeymanan li Efxanistanê hene ku 2.500 heya 3.500 serbaz ji wan Amerîkî ne.

Pêştir Kennet McKenzi, Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê ragihandibû, artêşê dest bi gotûbêjan li gel welatên navçeyî yên nêzîk ji Efxanistanê dike, jibo bicihkirin û belavkirina hêzên xwe li wan welatan û got: “Armanc ji wê pêngavê rêgirtine ji dubare derketina El-Qaîde û komên din ên çekdar.”