Freedom House: Tirkiye medyaya bêdeng dike

Navenda Nûçeyan - Rêxistina serbixwe ya mafê mirovan li Amerîka (Freedom House) di rapora xwe ya îsal de ragihand ku, dewleta Tirkiyê di mijara azadiya ragihandinê de gelek paş ketiye, û yek ji wan dewletan e ku azadiya ragihandinê têde tine ye.

 

(Freedom House) di rapora xwe salane de dibêje,Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan û Hikûmeta Tirkiyê û hin rêxistinên milîtanî guvêşên mezin li ser saziyên ragihandinê dikin, û di bin diruşma ‘ewê ne bi me re dijminê me ye’, dixwazin wan bêdeng bikin.

 

Ew rêxistina serbixwe ya Amerîkî radighîne ku, Hikûmeta Tirkiyê êrîşî gelek sazî û dezgehên serbixwe yên ragihandinê dike û dest davêje wan, û êrîşa li ser dezgeha ragihandinê a  Îpek Koza Holdîng, Zaman, Cîhan û Cumhuriyetê wek mînak nîşan dide.

 

(Freedom House) destnîşan kir ku, li gor sala borî Tirkiyê di azadiya ragihandin û derbirînê de 6 pileyan bi paşketiye û di mijara azadiya ragihandinê de gihîştiye pileya 66emîn di nav 199 dewletan de .

 

Rêxistina (Freedom House) aşkere kir ku, Tirkiyê wek Rusiya, Misir, Koriya Bakur, Çînû Îranê di warê tepeserkirina azadiya ragihandinê de cî digre.