Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku meseleya Kurdan êdî gihîştiye asta herêmî û navneteweyî û got, "Çareserkirina pirsgirêka Kurdan ne wekî tercîheke siyasî ye lê mecbûrî ye."
19emîn Konferansa Yekîtiya Ewropayê ya bi sernavê "Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" li Parlamenta Ewropayê (PE) ya li Bruksela peytexta Belçîkayê berdewam e.
Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropa (EUTCC) ve hatiye sazkirin.
Di roja duyemîn de bi ser navê “Li Tirkiyeyê serdema nû; astengî û derfetên li pêşiya aştî û çareseriyê” panelek hate lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî panelê bû û gotarek pêşkêş kir.
"Bi têkçûna pêvajoya berê şerekî giran dest pê kir"
Bakirhan bi bîr xist ku pêvajoya berê ya çareseriyê têk çû û bi wê têkçûnê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şerekî giran dest pê kir û got:
"Bi vî şerî di nav civakê de dijberiyeke cidî hat çêkirin. Hiqûq bû amûrek û wekî darekê kete destê desthilatê.
Aborî ket nav krîzeke giran. Zextên li ser partiya me zêde bûn. Hêviyên ji bo aştiyê hema bibêje nema bûn."
"Meseleya Kurdan êdî gihîştiye asta navneteweyî"
Tuncer Bakirhan behsa banga çekdanîn û xwefesixkirinê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir û got:
"Banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê gelekî girîng e. 10 salên derbasbûyî tecrûbeyên gelekî girîng bi xwe re anî.
Meseleya Kurdan êdî gihîştiye asta herêmî û navneteweyî. Ne tenê di nav Kurdan de di nav hemû pêkhateyên civakî de pirsgirêk êdî hatin dîtin.
Demokratîkbûna Tirkiyeyê û serxwebûna aboriyê bi çareseriya meseleya Kurd ve girêdayî ye.”
"Hinek ders hene ku divê ji dema borî bên wergirtin"
Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku ew çareseriya pirsgirêka Kurdan ne wekî tercîheke siyasî lê wekî neçarî dibînin û got:
"Hinek ders hene ku divê ji dema borî bên wergirtin. Em pêvajoya çareseriyê ya beriya niha bi berfirehî nîqaş dikin.
Em partiyek in ku di vî warî de li ser mijarên ku em kêm mane rexnedayina xwe didin.
Li gel hemû kêmasiyan pêvajoya çareseriyê ya derbasbûyî baweriya civakî û baweriya bi avakirina demokrasiyê afirand. Ji aliyê xweşguzeraniya aborî ve pêşketineke cidî çêbû."
"Çareseriya pirsgirêka Kurdan gelek derfetan bi xwe re tîne"
Tuncer Bakirhan ragihand ku pêvajoya aştiyê rê li ber Tirkiyeyê vedike û got:
"Çareseriya pirsgirêka Kurdan gelek derfetan bi xwe re tine lê di pêşiya vê mijarê de hevsengiyên navxweyî û derveyî hene.
Di dema dawî de girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu mînakeke pir berbiçav e ku hiqûq hatiye binpêkirin û ji holê hatiye rakirin.
Tê xwestin ku serokê şaredariya bajarekî 16 milyonî bi darê hiqûqê bê terbiyekirin.
Wekî ku hûn dizanin, qeyûm tên tayînkirin li şaredariyên ku Kurdan qezenc kirine.
Fermanberekî ji derve tê, şaredariyê bi dest dixe û deriyên saziyên civakî û çandî kilît dike."
"Zexteke cidî li ser medyaya mixalefetê heye"
Bakirhan diyar kir ku li Tirkiyeyê sansureke berbelav jî heye û got:
"Rêya medyaya alîgir hatiye vekirin û zexteke cidî li ser medyaya mixalefetê heye.
Îro bi sedan kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatin binçavkirin.
Malperên nûçeyan tên girtin. Fikrek heye ku dixwaze her kesî bîne di rêzê de.
Ligel van li Tirkiyeyê pirsgirêkeke destûrî jî heye. Destûr nirxên hevbeş û civakî esas nagire.
Destûra bingehîn a navendî ne destûreke ku ciwan, jin û kesên din lixwe digire.”
"Siyaseta ku bi pêşengiya Kurdan li Rojhilata Navîn tê meşandin, hêjayî pesnê ye"
Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku di pêşiya vê pêvajoyê de faktorên derveyî jî hene û got:
"Em di pêvajoyeke pêwendiyên navneteweyî yên nediyar re derbas dibin.
Biryarên ku di cih de tên guhertin, siyaseteke derve ya bê prensîb bandoreke pir cidî li ser welat dike.
Ev pirsgirêk rasterast bandorê li Ewropayê jî dike. Demokratîkbûna Tirkiyeyê di heman demê de dê bandorê li Ewropayê jî bike.
Siyaseta ku bi pêşengiya Kurdan li Rojhilata Navîn tê meşandin, siyaseteke pir demokratîk û hêjayî pesnê ye.
Em dîsa siyaseteke ku di berjewendiya karker, kedkar, jin, ciwan û kesên din de ye dimeşînin.
Helwesta me ya di warê demokrasî û mafên mirovan de ji bo Ewropayê jî derfeteke mezin pêşkêş dike. Dema ku mirov li Sûriyeyê dinêre, ew asantir tê dîtin.
Sîstemeke ku Êzidî, Tirkmen, Kurd, Ereb, jin û ciwan bi hev re dijîn hatiye avakirin. Fikreke demokratîk, birêvebiriyeke demokratîk tê meşandin.”
Aştiya li Tirkiyeyê dê rasterast bandorê li Sûriye û Îraqê jî bike"
Di berdewamiya axaftina xwe de Bakirhan tekez kir ku pêwendiyên Yekiriya Ewropayê û Tirkiyeyê jî di pêvajoyeke aloz re derbas dibin û got:
"Tirkiyeyeke aram li herêmê dê di nava Ewropayê de jî girîng û kêrhatî be.
Aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê dê rasterast bandorê li bipêşketinên li Sûriye û Îraqê jî bike.
Ev jî dê rasterast koçberiya ber bi Ewropayê ve kêm bike. Aştî û demokrasî dê destkeftiyeke dîrokî be, em ji bo vê yekê dixebitin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse