Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Niştimanî ya Sûdanê ya di bin serokatiya Ebdulfetah Burhan de kontrolkirina tevahiya bajarê Xertûma paytexta Sûdanê ragihand.
Ebdulfetah Burhan di peyameke televîzyonê de ji Koşka Serokatiyê ragihand, “Xertûm azad e û şer bi dawî bû.”
Piştî du salan dagirkirina ji aliyê hêzên Piştgiriya Bilez ve, Artêşa Sûdanê roja înê ragihand ku wan Koşka Serokatiyê kontrol kiriye.
Artêşa Niştimanî ya Sûdanê ragihand çend şer û pevçûn li başûrê bajarê Xertûmê mane ku ew jî pêgehên dawî yên hêzên Piştgiriya Bilez in.
Berdevkê Artêşa Sûdanê Nebîl Ebdulla ji televîzyona fermî ya Sûdanê re ragihand:
“Hêzên me Balafirgeha Navneteweyî ya Xertûmê kontrol kir.”
Ev jî piştî du salan ku di bin kontrola hêzên Piştgiriya Bilez de ma.
Ji Nîsana 2023yan ve hêzên Piştgiriya Bilez dest daniye ser Koşka Serokatiyê ya Sûdanê.
Di çend mehên borî de, li navenda Xertûmê ku Koşka Serokatiyê ya Sûdanê, wezaret û çend herêmên bazirganiyê lê ne bûye qada şerekî dijwar ê artêş û hêzên Piştgiriya Bilez.
Hefteya borî Artêşa Sûdanê ragihand, wan li bakur û başûrê Xertûmê yekîtiya xwe çêkiriye û hêzên Piştgiriya Bilez dorpêç kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse