Rêya Ewropayê bûye goristana koçberan: 63 hezar koçber mirin

27-03-2024
RÛDAW
Rêya Ewropayê bûye goristana koçberan
Rêya Ewropayê bûye goristana koçberan
Nîşan Koçber Ewropa Rêxistina Koçê ya Navneteweyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Koçê ya Navneteweyî bi raporekê ragihand ku di 10 salên borî de bêhtirî 63 hezar koçberan canê xwe ji dest daye.

Li başûrê Yunanistanê belemeke tijî koçber di Deryaya Navîn de bin av bû.

Yek ji kesên ku xizmekî wî di wê bûyerê de canê xwe ji dest daye Gul Axa Cemşîdî ji Efxanistanê ye.

"Termên wan nehatine dîtin"

Koçberê Efxanistanî Gula Axa Cemşîdî got:

“Hevjîna pismamê min û kurê wê hatin dîtin lê hemû ew kesên ku xeniqîne termên wan nehatine dîtin.

Hinek ji wan piştî bûyerê bi rojekê û hinek jî piştî bûyerê bi du rojan, hinekî din jî piştî wê bi hefteyekê hatin dîtin.”

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di rapora xwe ya herî dawî de ku roja sêşemê belav kiriye amarên 10 salên borî yên candana koçberan ragihandin.

Di wan 10 salan de bêhtirî 63 hezar koçberan li ser rêya Ewropayê canê xwe ji dest daye.

Tenê di Deryaya Navîn de bêhtirî 27 hezar koçberan xeniqîne.

Sala 2023yan sala herî xirab a koçberan bû û tê de bêhtirî 8 hezar û 500 koçberî canê xwe ji dest da.

Ji destpêka îsal ve jî 553 koçberan di wê rêyê de canê xwe ji dest daye.

Efxanistanî di nav wan amaran de di rêza yekem de ne, piştî wê Myanmarî û Etîyopyayî tên.

Di rêza çarem de jî koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tên ku di 10 salên borî de hezar û 270 koçberî canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Peymangeha Amaran a Rêxistina Koçê ya Navneteweyî Jorge Galindo da zanîn:

“Hinek ji wan kesan, bi sedema bandora guherîna avhewayê cihên xwe bi cih dihêlin, hinek jî bi sedema zordariya siyasî.

Li ser çi binemayekê be jî divê Civaka Navneteweyî ji bo parastina canên wan bixebite.”

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ji her 3 koçberan 2 ji wan xelkê wan welatan in ku şer û pevçûnên xwînavî lê hene û dixwazin ji bo gihiştina paşerojeke baştir, bidin ser wan rêyên metirsîdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst