Li Belçîkayê êrişî Kurdan hatibû kirin: PAKURDê bertekeke tund nîşan da

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan PAKURD Êrişa li Belçîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Kurdistanî (PAKURD) li ser êrişa nijadperestên Tirk a li Belçîkayê ya li dijî Kurdan banga hevgirtin û yekrêziya Kurdan kir.

Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Gewran Goyî li ser êrişa nijadperestên Tirk a li Belçîkayê ya li dijî Kurdan daxuyaniyek da.

Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Gewran Goyî di daxuyaniya xwe de bangî hemû Kurdên li Ewropayê kir û got:

“Yekitî û hevgirtinê pêk bînin. Bila ti Kurd di bin ti şert û mercan de cudahiyên xwe yên siyasî ji xwe re nekin hincet. Lazim e, teqez û bilez em hemû li hemberî wan barbaran bi yekrêzî tevbigerin.

Herwiha bangî gelê xwe yê li Ewropayê dikim, di têkoşîna li dijî wan barbaran de lazim e hûn bi rayedarên Ewropî re hevkariyê bikin.

Ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wan dixwazin me li ber dewletên Ewropî reş bikin. Heger em ligel polîs û rayedarên Ewropî bixebitin em ê provokasyon û planên dewleta Tirk hilweşînin.

Ji ber vê yekê navbera xwe û hikûmetên Ewropî xirab nekin. Ligel wan tevbigerin, qanûn û qaîdeyên wan bi cih bînin, ligel polîs û rayedaran bixebitin.”

“Kurdan biparêze”

Gewran Goyî herwiha bangî Hikûmeta Belcîkayê jî kir û got:

“Em herwiha ji Hikûmeta Belcîkayê jî daxwaz dikin ku hesasiyeta xwe nîşan bide û li hemberî van hovîtiyên barbarane Kurdan biparêze.”

Gewran Goyî di dawiya daxuyaniya xwe de ji Tirkên nijadperest ên ku êrişî Kurdan kir re jî got:

“Em neteweperwerên Kurd xwenda û nazdar û maqûl in, em rêzê li tevdejiyanê û pirkulturiyê re digirin. Em qanûnên Ewropî nas dikin, qebûl dikin.

Em gelekî baş dizanin çawa têkoşînê li hemberî faşîst û zordarên wekî we bikin û çawa parastinê û tolhildanê jî bikin.”

Çi bûbû?

Li bajarokê Heusden-Zolderê yê Belçîkayê, malbateke Kurd dema ku ji ahenga Newrozê vedigeriya, rastî êrişên nijadperestên Tirk hat.

Mala malbata Kurd a li bajarê Heusden-Zolderê yê Belçîkayê ji aliyê nijadperestên Tirk ve hatibû dorpêçkirin û ew rastî êrişê hatin.

Nijadperestên Tirk li pêş mala malbata Kurd ku ji Newrozê vegeriyabû kom bûbûn û wan Alaya Kurdistanê şewitandibû.

Piştî van bûyeran li Belçîka û gelek bajarên Ewropayê di navbera Kurd û Tirkan de şer derket û her du aliyan êrişî dikan û kargehên hevdû kir.

Rayedarên Tirkiyeyê li ser asta herî bilind hatin ser xetê û wan piştgiriya welatiyên xwe kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Niha saziyên me yên fermî yên li wê derê bûyerê dişopînin.

Balyozxaneya me jî dişopîne. Em jî dişopînin, înşalah dê encam bi xêr be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst