Amerîka ji Rûdawê re: Em bang li Tirkiye û Iraqê dikin ku hinardekirina petrolê bidomînin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka derbarê rawestandina petrola Kurdistanê de ragihand ku Wan bang li hikûmeta Tirkiyê û Iraqê kir ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya navbera Iraq û Tirkiyê berdewam bikin û got “Rawestandina hinardekirina petrolê bi kêrî aliyekî nayê.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ji Rûdawê re got “Em jî têdigihin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê gotûbêjan dike da ku bigihê encamekê.Weke ku di meha Sibatê de hat gotin, Iraq û Amerîka komîsyonek li Washingtonê ava kirine, berpirsên Amerîkî bang li berpirsên Iraq û Kurdistanê dikin ku pirsgirêkên bûdce û hîdrokarbonê çareser bikin daku bi kêrî Iraqiyan bên.”

 

Cîgirê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û rapora Foreign Policy ku Konsulê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê LinkedIn parve kiriye û piştre ew raport jêbirin de got "Iraq û Herêma Kurdistanê hevpeymanên me yên stratejîk in. Berpirsiyariya me ya demdirêj li hember vê herêmê heye."

Herwiha Vedant Patel got ku wî posta konsulê Amerîkî li ser medyaya civakî nedîtiye.

Patel dibêje ku di Tîrmeha 2021ê de, di navbera nûnerên Amerîka û Iraqê de diyalogeke stratejîk hat lidarxistin ji bo gotûbêjkirina pêşxistina stratejiyên paşerojê ji bo her du aliyan, "ne tenê di warê ewlehiyê de lê di warê aborî, çand, perwerde, jîngeh û tenduristiyê de."