Parlamentoya Brîtanyayê îro biryarê li ser çarenivîsa penaxwazan dide

27-03-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Brîtanyayê Penaxwaz Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Brîtanyayê îro derbarê mijara koçberan de dicive daku tedbîrên dijwartir li beramber hatina koça neyasayî werbigre. Neteweyên Yekbûyî jî pêngavên wî welatî yên li dijî koçberan wek “binpêkirina yasaya navdewletî” binav dike.

Biryar e îro Duşemê 27ê Adara 2023an, Parlamentoya Brîtanyayê proje-yasaya koça neyasayî gotûbêj bike û eger deng li ser bê dayîn, wiha dike dadgeh nikaribe pêdeçûnê bi biryara Wezareta Navxwe ya derbarê şandina koçberan bo welatê sêyem de bike, di nav de Rwanda.

Roja Yekşemê 26ê Adarê, Nûnera Ajansa Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî Vicky Tennant li Brîtanyayê derbarê proje-yasayê de ji medya Brîtanî re got ku proje-yasa “binpêkirina yasaya navdewletî ye.” Tennant got: “Yasaya nû bi dijwarî mafê daxwazkirina penabertiyê ji penaxwaz distîne û li ser asta navdewletî jî bandore li parastina penaxwazan dike.”

Li gor yasaya nû:

Yekem: Her kesek carekê bi awayekî neyasayî çûbe wî welatî, rê bo wî/ê nayê dayîn cara duyem bê welat an nasnameyê werbigre; koçberek jî bê desteserkirin, bi kêmanî 28 rojan tê desteserkirin berî ku bê deportkirin.

Duyem: Her koçberek bi awayekî neyasayî biçe Brîtanyayê, bo welatê sêyem tê şandin ku Brîtanyayê di vê derbarê de rêkeftin ligel kiriye, wek Rwanda. Yan bo welatî wî/ê tê şandin, eger di egera vegerandinê de, metirsî li ser jiyana wî/ê nebû.

Sêyem: Salane parlamento asteke diyarkirî bo wergirtina penaberan destnîşan dike. Hikûmet jî rêyeke nû ya silamet bo wan kesan diyar dike ku dixwazin li Brîtanyayê bijîn.

Çarem: Proje-yasaya nû rê dide Wezareta Navxwe ku her kesek bi awayekî neyasayî di Kanala Ingilîz re derbas bibe, were desteserkirin û ji wergirtina mafê penabertiyê bê bêbeşkirin.

Li gor amarên fermî, ji destpêka îsal ve, zêdeyî sê hezar koçber bi rêya Kanala Ingilîz çûne Brîtanyayê û daxwaza mafê penabertiyê jî 160 hezar kes derbas kiriye. Li gor vê yekê tenê di sala 2022an de, bi kêmanî 45 hezar koçber çûne wî welatî û salek berê jî 8 hezar û 500 koçber bi rêya Kanala Ingilîz çûne wî welatî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst