Bajarê Volnovahayê ji ber şer bû kavil

27-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Volnovahayê yê li ser Donetska Ukraynayê ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê bû weke kavil.

Volnovahaya ji 18 herêmên Donetskê yek e, ji 11ê Adarê vir ve di destê hêzên Rûsyayê û rêvebirya cudaxwaz a li Donetskê de ye. 

Bajarê ku 22 hezar kes lê dijîn ji ber ku şaxên rêvebiriyê lê ye ji 24ê sibatê vir ve rastî êrîşên herî tund tê. 

Di roja 4emîn a şer de bajêr hema bibêje zirareke gelekî mezin dît, di nav hefteyekê de jî zerar gihîşt ji sedî 90ê avahiyan.

Volnovahayê ji ber bombeyên binesaziya bajêr xirab bûye, hema hema hemû avahî hatine terkkirin.

Natalya Terpegoryev ya ji êrîşan sax rizgar bûye behsa serpêhatiyên xwe yên li Volnovahayê kir.

Natalya Terpegoryev diyar kir ku di 25-26ê sibatê de li bajêr şer xurt bû û xelk di qatên binî de xwe ji êrîşan diparast û wiha axivî: "Mala cînarê me hat hilweşandin. Me got qey mala me rastî êrîşê hat. Bombe 10 metreyên dûrî mala me ket. Qata binê ya mala me dihejiya. Min hewl da kurê xwe biparêzim. Ji ber dengê bombeyan guhên min dixitimîn.”

Rizgarbûyê bi navê Aleksandr Kulişenko jî da zanîn ji ber mayîneke li Volnovahayê teqiya mirovekî wan canê xwe ji dest da û got: “Ji ber teqînê darek wergeriya, deriyê malê perçe bû û pencere şikestin. Guhê min ê rastî kerr bû. Eger qedera me destûrê bide em dê sax bimînin û bijîn. Çareyeke me ya din tune.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst