Çima danûstandinên Ukrayna û Rûsya bê encam in?

27-03-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Heta niha danûstandinên Ukrayna û Rûsya bê encam in
Heta niha danûstandinên Ukrayna û Rûsya bê encam in
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Ji bo şerê li Ukrayna were rawestandin di navbera rayedarên Ukrayna û Rûsyaê de gelek hevdîtin pêk hatin, lê hemû hevdîtin bê encam bûne. Serokê Rûsya dibêje daxwazên rayedarên Ukraynî nayên qebûlkirin û tenê hewl didin proseya danûstandinan dirêj bikin.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku nûnerên Ukraynayê pêşniyarên nerealîst pêş dixin û pê re hewl didin proseya gotûbêjan bi Rûsyayê re dirêj bikin. Ji Kiyevê jî amaje tê kirin ku heta niha ti lihevkirinek bi Moskowê re çênebûye.

Berê Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ragihandibû ku endamtiya NATOyê bo Ukraynayê êdî ne real e û ew amade ye dahatuya Kirim û Donbasê li gel Rûsyayê gotûbêj bike.

Jixwe Kremlîn, ji bo agirbestê wan her du daxwazan, weke mercên sereke pêşxistibû.

Parlamnterê Dumayê ji Partiya Rûsyaya Yekgirtî Yevgeniy Fedorov dibêje: “Gotûbêj wê watene. Operasyon dê berdewam kirin heta ku li tevaya erdê Ukraynayê desthilateke bêçekkirî û ji nazîzmê paqijkirî nayê destnîşankirin. Jixwe armancên fermî yên operasyonê ew in. Lê em di çarçoveya hiqûqê de tevdigerin, ku li gorî encamên Duyemîn Cengê Cîhanê û li gorî yasayên Yekîtiya Sovyetê yên heta sala 1991ê hatiye danan.”

Moskow dibêje bêyî paqijbûna ji çekan û ji nazîzmê, û bêyî naskirina Kirim û Donbasê, îhtîmala  rêkeftinê bi Ukraynayê re pir kêm e. Kiyev jî, dev ji yekpariya erdê xwe bernade û dibêje, ji bo ku gotûbêj bi Rûsyayê re berhemdar bin, divê ser Rûsyayê zêdetir ceza û ji me re jî hîn zêdetir alîkariya serbazî bê kirin.

Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî Sergey Markov jî got: “Zelenskiy, wan gotûbêjan tenê ji bo dirêjkirina maweya operasyona serbazî bikar tîne. Ew dixwazin navbereke hildin, da ku Rûsya êrîşan rabigre û di wê maweyê de ew dixwazin hêzên xwe yên serbazî jinûve komî ser hev bikin, û da ku alîkariya çekan bigihêje wan, ya ku NATO ji wanre dişîne. Şandeya Rûsyayê van gotêbêjan tenê ji bo çareseriya pirsên mirovî, her weha ji bo dahatûyê dimeşîne, dibe ku bikêr bên.”

Gotûbêjên şandên Rûsya û Ûkraynayê ji 28 Sibatê ve birêve diçin. Her du şand sê caran bi awayekî rûbirû kom bûne, û paşê jî gotûbêj rojane bi vîdeo konferansê tê domandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst