Koçberên Mariupol: Em ji dojehê rizgar bûn

27-03-2022
RÛDAW
Rûsya Mariupol ku ji ber şer û bordûmanê wêran bûye, bi temamî dorpêç kiriye
Rûsya Mariupol ku ji ber şer û bordûmanê wêran bûye, bi temamî dorpêç kiriye
Nîşan Mariupol Rûsya Ukrayna Volodymyr Zelensky Cûdaxwazên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmareke welatî ji Mariupol a başûrê rojhilatê Ukrayna derketine, ew bajarê,  ku ji ber bordûmana dijwar navê wê kirine dojeh.

Rûsya Mariupol bi temamî dorpêç kiriye. Kesên rizgarbûyî bê girî nikarin qala êş û malwêraniyên xwe bikin.

Evgeniy Sokyrko, Nişteciyî Mariupol, dibêje, “Mixabin, tiştek li Mariupol nemaye, bi çekên giran borduman dikin. Nizanim… di heftiya dawî de teqînên wisa hebûn, di jiyana xwe de min tiştên wisa nebihîstibûn. Bi topan li cihê nîştecibûnê didan. Kargeha Azovstal jî borduman kirin, bajar hemû hejand.”

Li ber deriyê nexweşxaneya duyem a herêmî li rojavayê Mariupol… ev der di destê cudaxwazên girêdayî Rûsyayê deye.

Xelk ku gihişte vir, êdî ji bordûmanan rizgar dibin, lê piştî ku hemû nexweşî bi çavên xwe dîtin.

Ev jin bi girî dibêje: Me ti pêdiviyên sereke yên jiyanî nemane, jinek perestar wê bêdeng dike û dibêje tû zarokan ditirsînî.

Rûsya ev der bi dijwarî bordûman kir heta ku kontrol kir.

Olga, nişteciyê Mariupol, dibêje, “Em ji avahiya 135 hatine, du avahiyên me tenê tiştek lê neket, lê ewên din rûxandin bi erdê re kirin yek û şewitandin. Li kêleka bazara Slavutç sed kes di nav yek avahiyê de hatin kuştin. Avahî bi serwan de ket.”

Berpirsên Ukrayna dibêjin, %90ê Mariupol wêran bûye. Volodymyr Zelensky dibêje, tirs û xofa Mariupol kete dîrokê, ti caran ji bîra me naçe.

Derketina bi tirênê ji Mariupol bi durê ye… ewên ku derdikevin piranî jin û zarokin, nizanin berbi kuve diçin, lê dilniyane ku ew cihê diçinê, ji Mariupol ewletir e.

Oskana Abramova, Nişteciyê Mariupol, dibêje, “Dilê min gelekî bi wanê ku nikarin ji Mariupol derkevin dişewite . Ev bê hêvîmayîne, av, xarin û tiştek tune ye.”

Mariupol berî şer cihê jiyana 430 hezar kesî bû, niha 100 hezar kes di nav şerekî giran de lê asê maye.

Berpirsên Ukrayna dibêjin, 2 hezar û 300 kes li vir hatine kuştin, lê ev berî heftiyekê bû, niha hêjmara kesên canê xwe ji dest dayîn gelek ji vê hêjmarê zêdetir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst