Rewşenbîrên Kurd ên Krasnodarê: Letîf Birûkî û Dûrsûn Balayev

27-03-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Herêma Krasnodarê ya li Başûrê Rûsyayê bi erdnîgariya xwe ve ji gelek dewletan mezintir e
Herêma Krasnodarê ya li Başûrê Rûsyayê bi erdnîgariya xwe ve ji gelek dewletan mezintir e
Nîşan Krasnodar Rûsya Leftîf Birûkî Dûrsûn Balayev
A+ A-

Krasnodar (Rûdaw) – Mamostatê Letîf Birûkî ku niha Krasnodarê ya li Başûrê Rûsyayê  dijî enerjî û zanebûn û dema xwe ya sûdmend, ji bo lêkolînkirina dîroka kurd û Kurdistanê terxan kiriye.  Herwiha Mamoste Dûrsûn Balayev yek ji wan kurdên pêşîn, e ku hêj di serdema Sovyetê de li Krasnodarê bicih bûye û salên dirêj bûye piştevan ji bo kurdên penaber û xwendekarên kurd ên li zankoyên Krasnodarê.

Herêma Krasnodarê ya li Başûrê Rûsyayê bi erdnîgariya xwe ve ji gelek dewletan mezintir e.

Rûbera erdê herêma Krasnodarê 75,5 hezar km ducar e û nêzî 5 mîlyon 700 hezar şêniyên wê hene.

Piştî salên 1990î, ji ber şer û pevçûnên  navbeyna Azerbaycan û Ermenistanê, hejmarake kurd cî û warên xwe li wan komaran hîştin û berê xwe dan Krasnodar û Komara Adigeyê, ku ew jî di nava sînorên vê herêmê de ye. 

Leftîf Birûkî efserê Artêşa Sor bûye. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê wî êdî nexwestiye xizmeta serbazî berdewam bike. Li Komara Azerbaycanê di akademiya serbazî de bi pileya mîralay dest bi mamostetiyê kiriye. Niha li Krasnodarê li dibistanekê mamosteyê dîrokê ye. 

Mamostatî ji bo Letîf Birûkî tenê karekî ye ji bo dabînkirina jiyanê. Lê wî, tevaya enerjî û zanebûn û dema xwe ya sûdmend, ji bo lêkolînkirina dîroka kurd û Kurdistanê terxan kiriye. 

Mîralayê xanenîşîn, dîroknas Letfî Birûkî dibêje: “Eger em dîroka xwe baş bizanibin, piştî sed sal din em dê em dê miletê din jî mecbûr bikin ku dîroka me qebûl bikin û ji me re nebêjin hûn bêyî kok û esl in. Eger me qebûl bikin dê Kurdistanêjî qebûl bikin. Ew miletê ku kesek din dîroka wê binivîsine mileteke bêbext e.”

Hîn ji salên  zankoya serbazî de Letîf Birûkî têgihîştibû, ku qebareyeke mezin a belgeyên giring ên dîroka Kurd û Kurdistanê di arşîvên Rûsyayê de veşartîne. Bi hezaran jêderên vekirî jî hene li ser bûyerên dîrokî yên li Kurdistanê. Lê behsa kurdan nayê kirin, rol û cihê wan di dîrokê de, mîna ku bi zanebûn tê veşartin. Di encamê lêgerînên çendîn salan de, Letîf Birûkî gihiştiye wê bîryarê, ku divê kurd dîroka xwe bi xwe binivîsin.

Li herêma Krasnodar û Komara Adigeyê çend rêxistinên civakî yên kurdî henin. Navenda Çanda Kurdî   çend sale ku li bajarê Krasnodarê çalak e.

Weşandina rojnameya bi zimanê rûsî û kurdî, hînkirina ciwanên kurd bi çanda neteweyî û beşdarîkrina di jiyana cîvakî û kulturî ya herêmê de, erkên sereke yên vê Navendê ne.

Ji xwe rêveberiya herêma Krasnodarê jî, derfetên baş ji bo hemû diyasporayan  vekiriye.

Serokê Komeleya Kurd li Krasnodarê helbestvan Dûrsûn Balayev jî dibêje: “Dema destpêkê em hatin vê derê xelkê gelek ezyet dikişandibû. Ji bo wê yekê ev komele hat avakirin. Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku dewletê alîkariya me kir. Me yekîtiya komeleyên xwe çêkiriye.”

Mamoste Dûrsûn yek ji wan kurdên pêşîn, e ku hêj di serdema Sovyetê de li Krasnodarê bicih bûye. Salên dirêj bûye piştevan hem ji bo kurdên penaber ên ji Komarên Qafqasyayê, hem jî ji bo xwendekarên kurd ên li zankoyên Krasnodarê. Hem weke xemxûrê gel, hem jî weke helbestvan tê naskirin.

Mîna hemû kurdên diyasporayê, mamosta Dûrsun ti car reşbîn ne bûye, xwe radestî çarenûsa penaberiyê jî ne kiriye. Destkeftên li Kurdistanê, qehremaniya lîderên kurd her tim jê re bûye egerên geşbînî û bûye jêderên îlhamê ji bo helbestên wî yên çapnebûyî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst