Spanyayê piştrast kir: Beşek ji kîtên ji Çînê hatine kirîn sexte ne

27-03-2020
RÛDAW
Nîşan Kîtên Koronayê Coronavirus Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor zanyariyan, beşek ji kîtên ku ji Çînê tên berhem anîn sexte ne. Spanyayê jî piştrast kir ku wan kîtên bê lîsans bikar anîne.

Kîtên testên Korona yên kompaniya Bioeasy ku li Çînê têne berhemanîn, ne cihê baweriyê ne.

Hejmareke laboratûarên mîkrobîyolojiyê li Spanya aşkere kirin ku kîtên kompaniya Çînî ya bi nave Bioeasy encamên baş û yekalîker dernaxin.

Li gor zanyariyan ew kît, dikarin ji sedî 30 piştrast bikin ka kesek bi korona ye yan na, di demekê de ku pêwîst e rêjeya piştrastkirinê ji sedî 80 be.

Yek ji mikrobiyologê ku beşdarî ceribandina van kîtan bûye, dibêje, bi van encamên ku derketiye, em nikarin pişta xwe bi van kîtan girê bidin. Divê test bi riya amûrê PCR bêne kirin.

Ev yek ji aliyê Enstîtûya Tendurustî ya Carlosê Sêyem ve bo laboratûaran hatiye ragihandin. Ev Enstîtû ser bi Wezareta Tendurustî ve ye.

Wezîrê Tendirustiya Spanyayê jî di daxuyaniyeke nivîskî de pişrast kir ku ew kîtên ji Çînê hatine wergirtin bê lîsans in û got ku ew kît dê bên guhertin.

Her li gor zanyariyan Tirkiyê jî heman kît kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst