Putin û Erdogan li ser civîna lûtke ya sê welatan gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwndiyeke telefonî de, derbarê têkiliyên navbera her du welatan û amadekariyên ji bo lûtkeya Stenbolê ya navbera her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê  de axivîn.

 

Li gorî daxuyaniya Koşka Kremlînê, Putin û Erdogan di vê pêwendiya telefonî de tekezî li ser hemahengiyeke zêdeir di navbera Moskow û Enqerê de kirine.

 

Kremlînê daye xuyakirin,  Putin û Erdogan li ser amadekariyên civîna lûtke ya navbera her sê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê ku biryar e di 4ê Nîsana bihê de li Stenbolê birêve biçe, gotûbêj kirine.


Serkirdeyên her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiye ku di çarçoveya hevdîtinên Astana yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de, welatên garantor in, heta nihacarekê li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi hev re civiyan e û civîna Stenbolê dibe duyemîn civîna hevbeş a her sê serkirdeyan.


Koşka Serokomariya Tirkiyê jî ragihandiye,  her du serkirdeyan derbarê têkiliyên navbera her du welatan de jî gotûbêj kirine.

 

Li gorî daxuyaniya Koşka Serokomariya Tirkiyê, Erdogan di vê pêwendiya telefonî de ji ber bûyera agirketinê ya li bajarê Kemerovo ya Rûsyayê, serxweşî li Putin kiriye.

 

Roja Yekşemiya vê heftiyê di bûyereke agirketonê de li bajarê kemerovo li herêma Sîberî ya Rûsyayê de, 64 kesan canê xwe ji dest dabû, ku 46 kes ji wan zarok bûn.