Li Almanyayê 2 zarokên Efrînî di bûyera trafîkê de jiyana xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di bûyereke trafîkê de du zarokên Kurd ku xelkê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ne jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyeke ji malbata herdu zarokan ku ji Rûdawê re ragihand, bûyera trafîkê li nêzikî bajarê Hannoverê ya Almanyayê çê bûye û di encamê de du zarokên Kurd ên bi navên bi navê Dilcan (6 salî) û Rohat (3 salî) jiyana xwe ji dest dane û dê û bavên wan jî bi giranî birîndar bûne.

Herwiha heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku bavê zarokan ê bi navê Serbest Ehmed ji gundê Anqelê û dayika wan a bi navê Zelûx Elûş ji bajarokê Şiyê ne.

Li aliyên din li gor ajansa Almanyayê DPA polîs li ser gumana pêşbirka otomobîlan a neqanûnî lêkolînê dike û hewl didin bizanibin ka ew bûne qurbaniyên pêşbirka neqanûnî ya otomobîlan an na.

Li gorî Ajansa Almanî ku tê de tê gotin jineke 39 salî bi otomobîla xwe li ser rêya bejahiyê çend otomobîlan derbas kiriye û li çend otomobîlên ku ji aliyê hember hatine xistiye û di nav wan otomobîlan de otomobîla malbata Kurd jî hebûye.

Li gorî agahiyan, tîmên agirkujiyê malbata ku asê mabû ji otomobîlê rizgar kirin û hewl dan 2 zarokan vejînin lê êdî ji bo wan pir dereng bû.

Hat ragihandin polis li ser kuştina bi îhmal, zerara bedenê ya bi îhmal û pêşbaziya otomobîlan a neqanûnî lêkolîn dike.