Vekişîna Amerîkayê ji Efxanîstanê bi jinavbirina milîşiyayên biyanî ve girêdayî ye

27-02-2021
Nîşan Efxanistan Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Efxanîstanê ragihand ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji welatê wî bi bidawîbûn û jinavbirina grûpên çekdar ên biyanî ve girêdayî ye.

Wezîrê Derve yê Efxanîstanê Mihemed Atmar dibêje xewna daîmî ya gelê Efxanîstanê xwe di aştiya berdewam, parastina Komara Îslamî ya Efxanîstanê, vekişîna hemû hêzên biyanî û hemû çekdarên biyanî yên nav Afgansîtanê de dibîne.

Di meha Sibata sala borî de, îdareya Trump rêkeftinek ligel Tevgera Talîbanê îmze kir û têde rawestandina şer li beramber vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanîstanê ferz kir. Li ser pirseke derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê de, Mihemed Atmar got, eger em behsa vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanîstanê bikin divê behsa vekişîn an jinavbirina hemû çekdarên biyanî jî bikin.

Mihemed Atmar got: “Amerîkiyan ji me re gotine, vekişîna me ji Efxanîstanê demekê dibe ku me piştrast bikin, hemû çekdarên biyanî yên nav Afgansîtanê ku hejmara wan zêdeyî 10 hezar çekdar e li wî welatî dawî li wan bê anîn an ji welat bên derxistin.”

Wezîrê Derve yê Efxanîstanê Mihemed Atmar da zanîn ku ew rêkeftina îdareya Trump ligel Tevgera Talîban îmze kiriye, tevlîhev û aloz e û nabe beş beş danûstandin ligel bê kirin, lê divê hemû rêkeftin wek yek pakêtê bê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst