Li Nijerya zêdeyî 350 xwendekarên keç ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin revandin

27-02-2021
Nîşan Nîjerya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya  Jangebe ser bi Herêma Zamfarayê li bakurê rojavayê Nîjeryayê di êrîşeke grûpeke çekdar a nenaskirî de bo ser dibistaneke amadeyî, zêdeyî 350 xwendekarên keç hatin revandin.

Derbarê bûyerê de Parêzgarê Herêma Zamfara Bello Muhammad ragihand: “Ez daxwazê ji xelkê dikim hevkariya hêzên ewlekariyê bikin di dana zanyariyan de li ser her tevgereke cihê gumanê ku dibînin. Hevdem em ligel bihêztirkirina tedbîrên ewlekariyê ne. Me biryara girtina hemû dibistan û dibistanên amadeyî li Herêma Zamfara daye.”

Li gor axaftina şahidhalan, beşek ji encamderên êrîşê cil û bergên fermi yên hêzên ewlekariyê li wan bûne, lê kes nizane ser bi çi grûpekê ne. Ji 422 xwendekaran, tenê 55 ji wan vegeriyane malê û zêdeyî 350 xwendekar bi otomobîlan hatine revandin.

Zêrevanê Dibistanê Mamumda Inuwa jî got: “Dema me hewl da biçin derve, me dît ku ew der tejî çekdar bûye, beşek ji wan cilên fermi yên hêzên ewlekariyê li wan bûn, deme me teqe kir bi dijwarî teqe li me kirin, lê piştre ew vekişiyan. Me wiha zanî şikestin, hemû tiştek bi dawî bû û ji me re gotin biçin malê, piştre me bihîst ku xwendekar revandine.”

Ev nûtirîn revandina xwendekarên keç e li bakurê Nîjerya, piştî zincîreyek êrîşên ser dibistanan û revandina keçan ku piraniya caran revênder li beramber azadkirinê daxwaza pereyan dikin. Di meha 12 a borî de, li heman herêmê 344 xwendekarên keç piştî yek hefte revandin bi pereyên hikûmeta Nîjeryayê hatbû azadkirin.

Gelek caran jî grûpa çekdar a Boku Heram ku grûpeke Îslamî ye, êrîşên wiha dike. Lê êrîşên Boku Heram li bakurê rojhilatê Nîjeryayê ne, ku cihê damezrandina wê grûpa çekdar e. Êrîşên bakurê rojava jî zêdetir ji aliyên grûpên tawan û grûpên xelkê direvînin ve tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst