Pakistanê 2 balafirên şer ên Hindistanê xistin xwarê

27-02-2019
RÛDAW
Balafira şer a Hindistanê îro li herêma Cammu û Keşmîr a di bin kontrola Pakistanê de ket.
Balafira şer a Hindistanê îro li herêma Cammu û Keşmîr a di bin kontrola Pakistanê de ket.
Nîşan Pakistan Hindistan Alozî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Pakistanê ragihand, ku wan 2 balafireên şer ên Hindistanê ji aliyê hêzên asmanî yên wî welatî ve bûnee armanc û hatine xistin.

 

Artêşa Pakistanê ragihandiye, 2 balafirên şer ên Hindistanê derbasî qada esmanî yê Pakistanê li herêma Cammu û Keşmîrê bûne, lewma balafirên şer ên Pakistanê firrîne û piştî hişyarkirinê herdu balafirên Hindistanî kirine armanc.

 

Li gor daxuyaniya Artêşa Pakistanê, di encamê de balafireke şer a Hindistanê li Keşmîra aliyê Pakistanê û balafireke din jî li Keşîmra aliyê Hindistanê ketine xwarê.

 

Li gor agahiyên ji medyaya Pakistanê, balafireke Hindistanê li nêzîkî gundê Garend Kalaan li Cammu û Keşmîr a ser bi Pakistanê ve ketiye û di encamê de 2 pîlot û sivîlekî jiyana xwe ji dest dane.

 

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Pakistanê, General Asif Gafûr jî ragihand ku 2 balafirên şer ên Hindistanê, ji ber ku derbasî qada kontrolê ya Pakistanê bûne, bûne armanca Hêzên Asmanî yên Pakistanê.

 

Gafûr li ser hesabê xwe yê twîtterê daye zanîn ku yek ji wan balafiran li herêma Cammu û Keşmîrê ya di bin kontrola Pakistanê û ya din jî li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de ye ketiye.

 

Asif Gafû herwiha desteserkirina pîlotekî Hindistanî piştrast kiriye.

 

Hate ragihandin ku piştî vê bûyerê, balafirgeha Srinagarê ya li Keşmîrê, ji frînên balafiran re hatiye girtin.

 

Wezareta Derve ya Pakistanê jî ragihand ku wan serê vê sibehê, li ser Herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de, operasyoneke hewayî daye destpêkirin.

 

Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kiriye ku balafirên wan ên şer derbasî qada asmanî ya Hindistanê nebûne.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku piştî van operasyonan balafirên şer ên Hindistanê derbasî qada hewayî ya Pakistanê bûne.

 

Hindisan: Balafirên Pakistanê derbasî qada me ya asmanî bûn

 

Ji aliyê din ve Hindistanê jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir. Hindistanê ragihand ku 3 balafirên şer ên Pakistanê, li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola vî welatî de derbasî qada hewayî ya Hindistanê bûne.

 

Artêşa Hindistanê daye zanîn, firîna balafirên şer ên Pakistanî di nav qada asmanî ya Hindistanê de ji aliyê balafirên şer ên wî welatî ve hatiye astengkirin.

 

Rikberiya navbera herdu welatan çawa gihîşte vê radeyê

 

Di 4ê Sibatê de li herêma Keşmîrê ya ser bi Hindistanê ve, rêxistina Ceyşî Muhemed, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşeke xwekujî pêk anîbû û di encamê de 40 kes ji hêzên Hindistanê jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Piştî vê bûyerê, di 15ê Sibatê de hikûmeta Hindistanê, bi fermî Ceyşî Muhemed û hikûmeta Pakistanê bi encamdana wê êrîşê tawanbar kir.

 

Li dû van geşedanan, di 26ê Sibatê de balafirên şer ên Hindistanê, derbasî qada hewayî ya Pakistanê bûn û li herêma Balakotê operasyoneke hewayî pêk anîn. Piştî vê operasyonê, hikûmeta Pakistanê ragihand, dê ev helwesta dijminane ya Hindistanê bê bersiv nemîne.

 

Herî dawî di 27ê Sibatê de jî, balafirên şer ên herdu welatan, li herêma Keşmîrê di qadên asmanî yên ser sînor rûbirûyê hev bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst